Li Xezayê asta qirêjiya avê gihaşt ji sedî 75’an

Ava kanalîzasyonan ku li Xeza ya Filistînê tev li deryayê dibe, metirsiyê li ser jiyana welatiyên çêdike, bi taybet welatiyên ku di deryayê de avjeniyê dikin. Li gorî lêkolînên ku rayedarên "Başiya Hawîrdorê" di meha Nîsanê de pêk anîne, rêjeya qirêjiyê di deryayê de gihaştiya ji sedî 75.

Li Xezayê asta qirêjiya avê gihaşt ji sedî 75’an
5 tîrmeh, 2018   06:51

MUSTEFA EL-DEHDÛH / XEZA

Berava deryayê li herêma Xeza ya Filistînê di demsala havînê de dibe meqseda welatiyên herêmê. Lê ji ber ku ava kanalîzyonê berdidin nav deryayê, asta qirêjiyê di avê de pêk hatiye.

Tevî saziyên mafê mirovan û rayedarên hikumetê hişyariyan dikin ku ava kanalîzyonê bernedin nava deryayê jî, ev yek pêk nayê û ava kanalîzasyonan bêyî ku were parzinandin, berdidin deryayê.

Welatiyên herêmê li ser mijarê ji ajansa me (ANHA) re axivîn û diyar kir ku ew nizanin berê xwe bidin kîjan cihî da ku di demsala havînê de melevaniyê bikin. Welatiyan da zanîn ku ev 3 salên dawîn kanalîzasyonê berdidin nava ava deryayê û ev yek dibe sedema nexweşiyê di nava welatiyan de.

Daîreya Tenduristiya Xwezayê di Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê de li Xezayê der barê mijarê de destnîşan kir ku metirsî li ser jiyana welatiyan heye û bi taybet ev yek bandorê li zarokan dike ku temenê wan kêmî 16 saliyê ye.

ANHA