Gêrîlayan li Başûr li leşkerên Tirk xistin

Gêrîlayên HPG'ê li herêma li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li leşkerên artêşa Tirk xistin.

Gêrîlayan li Başûr li leşkerên Tirk xistin
4 tîrmeh, 2018   12:22

NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êvara 3'yê Tîrmehê de saet 18'an li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li leşkerên artêşa Tirk ên li ser girê Lêlîkanê, xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, derbên giran li çeper û stargehên leşkeran hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Navendê di dewama daxuyaniya xwe de li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk jî agahî da.

Li gorî daxuyaniyê, 3'yê Tîrmehê saet navbera 14:00-14:30'î, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Basya ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê barandin.

Şeva heman rojê saet 23:50'î jî balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li geliyê Aris-Faris ê li herêma Avaşînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Navendê diyar kir ku ji ber bomberdûmana bi balafiran tiştek bi hêzên wan ên gerîla nehatiye.