Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Ferhad re xwest

Bi sedan şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbata şervanê YPG'ê Elî El-Ehmed re xwest. Elî El-Ehmed di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbû.

Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Ferhad re xwest
4 tîrmeh, 2018   12:23

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Girkê Legê û Dêrikê serdana konê sersaxiyê yê li bajarokê Til Koçer ji bo şervanê YPG'ê Elî El-Ehmed (Ferhad) hatibû vedan kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û alên YPG/YPJ'ê hate xemilandin.

Di bin kon de merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Fermandariya YPG'ê Xalid Ehmed axivî û wiha got: "Hêzên me ji hemû cîhanê re îspat kir ku em dikarin bersiva êrîşên dijminan bidin û parastina gelê Bakurê Sûriyeyê bikin. Bi hezaran şervanên me li ser xeta şehadetê ya Şehîd Ferhad soz da. Em bi navê hêzên leşkerî soz didin ku em ê xeta şehîdan bidomînin."

Di berdewama merasîmê de endamê rêveber ê PYD'ê Sirûr El-Şetî axivî û got ku ew ê beranberî êrîşên Erdogan bê deng nemînin û wiha dom kir: "Me soz daye şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin. Em ê hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê rizgar bikin."

Li ser navê malbata şehîd Ferhad jî birayê wî Hanî El-Ehmed axivî û got ku şehîd ji bo rûmeta gelê xwe parastina herêmê dikin û soz da ku dê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Serdana konê sersaxiyê dê heta dawiya rojê dewam bike.

ANHA