700 mamosteyên Girê Spî têne perwerdekirin

Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk amadekariya mamosteyan ji bo sala xwendinê ya 2018-2019'an didomîne. Mamoste li ser materyalan têne perwerdekirin.

700 mamosteyên Girê Spî têne perwerdekirin
700 mamosteyên Girê Spî têne perwerdekirin
700 mamosteyên Girê Spî têne perwerdekirin
4 tîrmeh, 2018   12:12

GIRÊ SPÎ

Akademiya Civaka Demokratîk KPC-D li kantona Girê Spî 2 dewreyên perwerdeyê yên amadekariya mamosteyên zimanê kurdî û erebî vekirin. Armanca van dewreyan ew e ku mamoste li ser rêbazên perwerdeyê û materyalên nû werin perwerdekirin û li ser materyalan hakim bin.

Rayedarên komîteyê destnîşan kir ku zêdetirî 700 mamosteyan niha tev li perwerdeya Girê Spî bûne da ku ji bo sala nû ya xwendinê amade bin û karibin baş şagirtan perwerde bikin.

Mamoste di dewreya perwerdeyê de ku dê 2 mehan dewam bike, dê dersên li ser bîrkarî, zimanê erebî, zanist, zimanê ingilîzî, dîrok, erdnîgarî, felsefe, çand, exlaq û rêbaza perwerdeyê binînin.

Der barê mijarê de mamoste Newres El-Behir diyar kir ku di dewreyê de dê li ser rêbaza perwerdeyê ders werin dayîn.

ANHA