Kooperatîfa firneya malbatên şehîdan li ber bidawîbûnê ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê bi hevkariya Yekitiya Kooperatîfan a kantona Cizîrê projeya "Firneya Malbatên Şehîdan" bi lêçûneke 40 milyon lîrayên Sûriyeyê û bi hêza rojane derxistina 12 ton nan, pêk tîne.

Kooperatîfa firneya malbatên şehîdan li ber bidawîbûnê ye
Kooperatîfa firneya malbatên şehîdan li ber bidawîbûnê ye
Kooperatîfa firneya malbatên şehîdan li ber bidawîbûnê ye
Kooperatîfa firneya malbatên şehîdan li ber bidawîbûnê ye
4 tîrmeh, 2018   06:08

KALSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi hevkariya Yekitiya Kooperatîfan a Kantona Cizîrê projeya avakirina firneyeke otomatîk pêk tîne û tê payîn proje di demeke nêzîk de bi dawî bibe. Proje bi beşdarbûna 270 kesan pêk tê.

Projeya Firneya Malbatên Şehîdan kooperatîfeke taybet a malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê ye. Piştî ku lêkolînkirina projeyê ji aliyê Yekitiya Kooperatîfan ve hate bidawîkirin, kooperatîfê navên beşdaran qeyd kirin û hejmara wan gihaşt 270 kesan. Ji bo her beşdarekî 5 par in û herî zêde bi 100 hezar lîrayên Sûriyeyê beşdar bûne. Rêjeya malbatên şehîdan di kooperatîfê de bi qasî ji sedî 80 ye û ji sedî 20 jî ji welatiyên din re ye.

Niha proje di nava xebatên avakirina avahiya firneyê de ye û tê payîn di demeke nêz de bi dawî bibe. Li gorî rêveberên projeyê lêçûna projeyê 40 milyon lîrayên Sûriyeyê ye û tê payîn ku rojane 12 ton nan derxe.

Armanca kooperatîfê xurtkirina aboriya xweser a malbatên şehîdan û peydakirina nan ji herêmê re ye

Rêveberên projeyê diyar kir ku armanca sereke ya projeya kooperatîfa firneya malbatên şehîdan ew e ku aboriya xweser a malbatên şehîdan xurt bike û nan ji herêmê re peyda bike.

Girêdayî mijarê endamê rêveberiya projeyê Celhûd Mirhî diyar kir ku pêdiviya navçeya Girkê Legê bi firneyeke mezin heye da ku welatiyên herêmê karibin bi hêsanî nan peyda bikin. Her wiha destnîşan kir ku malbatên şehîdan dê bi rêya kooperatîfên bi vî rengî hin projeyên din vekin.

ANHA