Zilma dagirkeran tehemul nekir, xwe gihand Şehbayê

Malbateke Efrînî ku tehemulî zulma artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê nekir, piştî meşa 3 rojan karî xwe bigihînin kantona Şehbayê. Malbatê rewşa li Efrînê wek dojeh wesif kir û bang li welatiyên Efrînê kir ku ji îdiayên çeteyan ên ku dibêjin Efrîn ewle bûye, bawer nekin.

Zilma dagirkeran tehemul nekir, xwe gihand Şehbayê
4 tîrmeh, 2018   06:05

SOLÎN REŞÎD-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Y.B. yê ji gundê Maratê, malbata wî ji 6 kesan pêk tê û wekî gelek şêniyên Efrînê dema dagirkirna artêşa tirk di 18'ê Adara borî de ji Efrînê nikarîbûn derkevin. Y.B. ji ber kiryarên artêşa tirk û çeteyên wê  tevî malbata xwe ji Efrînê derket û piştî meşa 3 rojan xwe gihand kantona Şehbayê.

Y.B. ji ajansa me re awayê derketina xwe ji Efrînê parve kir. Y.B wiha got: "Dema artêşa tirk û çeteyên wê gund dorpêç kirine, me dixwest ji gund derkevin, lê bavê min nexweş ket û em mecbûr man ku wî bibin Nexweşxaneya Avrîn, ji ber wê jî em li gundan man."

Y.B. destnîşan kir ku şêniyên Efrînê yên ku dixwazin ji Efrînê derkevin, rastî lêdanê ji aliyê çeteyan ve tên, lewre piraniya şêniyên Efrînê di mal de dimînin.

Piştî meşa 3 rojan gihaştin Şehbayê

Y.B çîroka xwe ya hatina Şehabyê wiha domand: "Bi hinceta ku bavê min nexweşe em bi erebeyekê ji gund çûn Efrînê, piştre em di nav çiyayan de  ji gundê Tirindê heta gundê Aqîbê meşiyan. Meşa me 3 roj dewam kir."

Çete laşê me bê giyan kirin

Y.B. anî ziman ku sedema yekemîn ji derketina wan ji Efrînê, zulma dagirkeran e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çeteyan her roj digirtin ser malên welatiyan, sivîl direvandin û dikuştin. Her çi qas dewleta tirk dida xuyakirin ku ew alîkariyan li şêniyan belav dikin, lê derengî şevê êrîşî malbatan dikirin û ew alîkarî ji wan distandin."

'Me aramî li Şehbayê dît'

Y.B. li ser ewlehiya ku li Şehbayê dîtiye wiha dibêje: "Dema em gihaştin Şehbayê ewlahiya ku bi mehan e me winda kiribû, me dît. Li vir şênî bi hev re bihezkirin, bawerî û aştî dijîn. Me bawer nedikir ku em ê ji dojeha çeteyan xilas bibin. Jiyan li Efrînê tune bûye."

Di dawiyê de Y.B. bang li welatiyên Efrînê kir ku bi îdiayên çeteyan ên ku dibêjin Efrîn ewle bûye, bawer nekin.

 (şx)

ANHA