Birînên van zarokan nayên jibîrkirin!

Çeteyên DAIŞ'ê serê bavê 4 zarokan jê kir û zarok sêwî hiştin. Zarokên sêwî, êşa jiyanê ku ji ber çeteyan kişandin wê tu carî ji bîr nekin.

Birînên van zarokan nayên jibîrkirin!
Birînên van zarokan nayên jibîrkirin!
Birînên van zarokan nayên jibîrkirin!
4 tîrmeh, 2018   06:38

EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ`ê di nava 4 salan de kul û birînên nayên jibîrkirin di bîra şêniyên bajarê Reqayê de hiştin. Tu kes ji kiryarên wan nefilitî.

Xelef Ebêd Nezal (35) ji şêniyên bajarê Reqayê ye. Malbata wan ji 6 kesan pêk tê (dê, bav, 3 bira û xwişkek).

Beriya du salan dema ku welatiyê bi navê Xelef karê xwe di kargehekê de dikir, çeteyên DAIŞ`ê ew girt û ew bi hinceta ku gawir e û ji rêya xwe derdikeve, girtin.

Pişt ku 6 mehan di girtîgehê de ma, ceza lê hate birîn û bê sûc serî wî jê kirin. Ji ber vê yekê 4 zarokên wî sêwî man.

Ew zarok û dayika bi navê Ayişe niha li gel xalê xwe yê bi navê Yasir Derwîş li gundê Derwîş ê başûrê bajarê Reqayê dijîn.

Xalê wan dibêje ku Xelef ji bo ku xwişk û birayên xwe xwedî bike di kargehekê de dixebitî û tu têkiliyên wî bi tu aliyên siyasî û leşkerî re tune bû.

Xalê zarokan di berdewama axaftina xwe de ev tişt got:"Dema ku min bihîst ku hevserê xwişka min hate kuştin, min xwedîkirina zarokên xwişkan girt ser milê xwe da ku pêwîstiyên wan bi cîh bînim."

Rûyê wan bi ken e lê di dilê wan de hesretek heye

Her dem rûyê zarokên Xelef bi ken e. Lê li paş wê kenê hesreteke vegera bajarê ku bavê wan lê hate kuştin, di dilê wan de heye.

Yasir Derwîş got ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: "Çeteyên DAIŞ`ê hevserê xwişka min revand. Gelek caran xwişka min xwest rewşa hevserê wê di girtîgehên çeteyan de diyar bikin. Her dem çeteyan digot ku rewşa wî baş e û tu ceza lê nebirîne. Derfet nedan xwişka min ku serdana hevserê xwe bike yan jî dengî wî bike."

Yasir di berdewama axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: "Piştî ku çend roj, hefte û meh derbas bûn me nizanîbû ku ew dijî yan miriye. Ji ber çarenûsa wî em di nava metirsiyan de bûn. Em bi hêvî bûn ku wê rojekê vegere. Lê hêviya me zêde dirêj nekir. Piştî 6 mehan agahî ji me re hatin ku çeteyan ew li cihekî ku tenê çeteyên DAIŞ`ê nas dikin, ser jê kirine."

Malbata Xelef Ebêd Nezal heta niha jî nizane ku cenazeyê wî li ku derê hatiye veşartin.

(bx/ew)

ANHA