Têkoşer Devrim Mardîn bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Devrim MArdîn ji aliyê bi sedan welatiyan ve li goristana Ş.Delîl Saroxan hate oxirkirin.

Têkoşer Devrim Mardîn bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Têkoşer Devrim Mardîn bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Têkoşer Devrim Mardîn bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Têkoşer Devrim Mardîn bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Têkoşer Devrim Mardîn bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Têkoşer Devrim Mardîn bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
2 tîrmeh, 2018   17:39

QAMIŞLO

Şervanê YPG'ê Ehmed Keleş bi nasnav Devrim MArdîn îro dema ku li ser karê xwe bû  li navçeya Sirînê ya kantona Kobanê di encama qezaya tirafikê de şehîd bû.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi armanca oxirkirina cenazeyê şehîd Devrim merasîmeke organîze kir.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên cenazeyê şehîd Devrim ku bi çîçek û wêneyên wî hatibû xemilandin ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerewanekî erebeyan birin goristana Şehîd Delîl Saroxan birin.

Kerwanê cenaze di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û bilindkirina sembolên serkeftinê gihişt goristanê.

Li goristanê, piştî turana leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê  li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Hesen anî ziman ku welatekî azad bi xwîna şehîdan ava dibe û banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.

Bi navê malbata şehîd Devrim, kurxalê wî Diyar Keleş axivî û  got, "Em bi şehadeta Devrim serbilind in, Devrim îro şehîd bû, lê bi hezaran ciwan û şervan mîna wî hene ku çek rakirin û xeta şehîdan dişopînin ta armancên şehîdan a avakirina civakake bi rûmet pêk bînin."

Piştî axaftinan, wesîqa şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel, cenazeyê şehîd di nava tilîliyan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.

(hh/ bm)

ANHA