Di encama gulebarana Hêzên Israîl de; filistîniyek mir û 4 birîndar bûn

Hêzên Israîlê li rojhilatê parêzgeha Refeh a başûrê Xezayê gule li komeke ciwanan reşand, di encam de ciwanek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di encama gulebarana Hêzên Israîl de; filistîniyek mir û 4 birîndar bûn
2 tîrmeh, 2018   15:30

XEZA

Li rojhilatê parêzgeha Refeh a başûrê Xezayê hêzên Israîlê komeke ciwan ku ji 5 kesan pê dihat piştî ku ew xistin çemberê gule li wan barand. Di encamê de ciwanek jiyana xwe ji dest da û yên din jî birîndar bûn. Hêzên Israîlê cenazeyên kesê kuştî û 3 birîndar birin, yek dikarî bireve û xwe bigihîne nexweşxaneyan.

Li gorî nûçegihanê me, piştî bûyerê di navbera hêzên Israîlê û çekdarên Filistînê de şer derket. Hêzên Israîlê nûqteyên komên çekdar ên li rojhilatê Refehê topbaran kirin.

(bb)

ANHA