Endamên Konferansê: Berxwedana me berdawme û armanca me rizgarkirina Efrînê ye

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi armanca parvekirina encamnameyên Konferansê ji welatiyên Efrînê yên ku li Şehba û gundewarên wê bi cih bûne rêzecivînan li dar dixin.

Endamên Konferansê: Berxwedana me berdawme û armanca me rizgarkirina Efrînê ye
2 tîrmeh, 2018   18:02

ŞEHBA

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê rêzecivînên xwe yên şîrovekirina encamên konferansê û guhdarkirina nêrîn û pêşniyaran welatiyan didomîne. Di vê çarçoveyê de civîneke bi amadebûna bi sedan welatiyên li Mezari Wehşiye û gundê wê, gundên Teanê, Cobe û Nêrabiye hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgitin destpê kir. Piştî xwendina encamnameya Konferansê, endamênên konferansê axivîn û berxwedana welatiyên Efrînê û şervanên YPJ û YPG'ê silav kirin û gotin ku berxwedana berdewam e û armancên wan rizgarkirina Efrînê ye.

Her wiha endamên konferansê rexnedayîna xwe ji ber kêmasiyan xwe di hemû saziyên leşkerî û sivîl ku li Efrînê derketine holê dan.

Beşdarên civînê jî nêrînên û pêşniyarên xwe derbaskirina kêmasiyan anîn ziman.

(şx)

ANHA