Çeteyan cotkarek revandin û pereyan dixwazin

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li beramberî serbestberdana welatiyan pereyan dixwazin. Hate ragihandin ku çeteyan cotkarek revandin û ji bo jî serbestberdana wî 10 hezar dolar ji malbata wî dixwazin. Her wiha du hevser revandine.

Çeteyan cotkarek revandin û pereyan dixwazin
2 tîrmeh, 2018   14:20

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomînin.

Çavkaniyek ji gundê Emara yê girêdayî navçeya Mabata ya Kantona Efrînê ji nûçegihanên me re ragihand ku çeteyên koma "Ceyş El-Nuxbe" beriya 4 rojan welatiyê bi navê Amir Fayiq ê 45 salî û hevjîna wî Şaziye Mustefa ya 35 salî ji gund revandin û ber bi cihek ne diyar ve birin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku çete ji bo serbestberdana welatiyan berdêlên pir mezin dixwazin.

Çavkaniyek din ji navçeya Bilbilê diyar kir ku  çeteyên "Tabûra El-Hemzat" a girêdayî dagirkera Tirk bi buhaneya çek li gel wî heye welatiyê bi navê Henan Mehmûd yê 36 salî ji gundê Qeregulê bi darê zorê revandin û birin wîlayeta Kilisê. Heman çavkaniyî tekez kir ku çete li beramberî serbestberdana Henan 10 hezar dolar Amerîkî dixwazin.

(şx)

ANHA