Balafirên şer ên dewleta Tirk Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Amêdiya ya girêdayî Dihokê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk Amêdiyê bombebaran kir
2 tîrmeh, 2018   13:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer ên dewleta Tirk îro saet 10:00’ê Çiyayê Zerkê yê dikeve bakûrê qezaya Amêdiya ya Dihokê bombebaran kirin.

Derbarê encamên bombebaranê de ti agahî nehatine girtin.

Di 30’ê Hezîranê de jina ciwan bi navê Dinya Reşîd Nacî ya 19 salî ya ji gundê Helanya girêdayî bajarokê Şêrwan li herêma Barzan di encama topbarana leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da.