Şandeyek ji Kongreya Amerîkayê serdana Minbicê kir

Şandeyek ku ji endamên Kongereya Amerîkayê pêk tê, serdana bajarê Minbicê kir.  

Şandeyek ji Kongreya Amerîkayê serdana Minbicê kir
Şandeyek ji Kongreya Amerîkayê serdana Minbicê kir
2 tîrmeh, 2018   12:45

MINBIC

Şandeya Amerîkayê ji siyasetmedarên amerîkî û endamê Partiya Komarê û endamê Kongreya Amerîkayê yê parêzgeha Carolina Lindsi Olwen Gerham û endama Meclisa Şêwekaran ya Amerîkayê Jeanne Shaheen pêk tê.

Şande li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê ji aliyê fermandar û rêveberên Rêveberiya Sivîl ve hate pêşwazîkirin.

Şande û hevserokê Meclisa Zagonsaz Farûq El-Maşî, hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şêxo, serokê Partiya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan û fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil li sûkên bajar geriyan û hevdîtin bi şêniyan re pêk anîn.

Şandeyê bi armanca ku îdiayên Tirkiyeyê yên têkildarî Minbicê lihevkirina hatiye kirin serdana Minbicê kir da ku tekez bikin ku ev yek ji rastiyê dûr in û her wiha da ku destekdayîna xwe ji şêniyên herêmê û rêveberiya wan re tekez bikin. Şandeyê tekez kir ku dê alîkariya aramî û ewlehiya bajêr bikin.

(bx/ew)

ANHA