Artêşa Yemenê li başûrê Hudeyda dest bi operasyonê kir

Hêzên Yemenê li herêmeke berfireh a başûrê parêzgeha Hudeyda ya Yemenê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di heman demê de nûnerên NY’yê yê Yemenê Martin Griffith gihaşt Senayê ku bi rêveberên hûsiyan re hevdîtinê bike da ku Hudeydayê teslîm bikin.

Artêşa Yemenê li başûrê Hudeyda dest bi operasyonê kir
2 tîrmeh, 2018   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Televizyona Sky News ji çavkaniyên herêmî ragihand ku hêzên Yemenê yên piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin li herêma Miduriyeta El-Tihêta ya li başûrê Hudeyda dest bi operasyonê kir.

Di heman demê de hêzên hûsî dest bi çêkirina bendan û kolandina tunelan kir, her wiha rêyên dirêj ên di ji Beyt El-Feqiye El-Hisêniye û Zubeyda heta digihîje El-Tehtiya girtin.

Li paytext Sena jî hêzên hûsiyan nexweşxaneyên taybet û tîmên tenduristiyê amade kirin û ji bo dermankirina birîndaran şandin eniya Hudeydayê.

Li aliyê din jî nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Yemenê Martin Griffith gihaşt Senayê da ku bi rêveberên hûsiyan û Meclisa Bilind a Siyasî re mijara vekişîna wan ji bajarê Hudeyda û bendera wê nîqaş bike.