Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest

Li kantona Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da re hate xwestin. Konên sersaxiyê li cihên cuda hatin vekirin.                       

Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest
2 tîrmeh, 2018   12:56

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê bi sedan welatiyan serdana konên sersaxiyê kir ku ji aliyê malbatên şehîd Silava Kobanê (Silava Ehmed), şehîd Derwîş Mêran (Edîb Ehmed) û şehîd Bedir Reqa (Bedirxan Şîçan) ve hatine vedan û sersaxî ji malbatan re xwest.

Di serdana sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Di bin konê şehîd Silava û Derwîş de yê li Taxa Şehîd Mîhran hatibû vedan, li ser navê TEV-DEM’ê Adil Hecî sersaxî ji malbatan re xwest û got ku bi lehengiya wan pakrewanan û malbatên wan ên welatparêz her çar parçeyên Kurdistanê bûne yek û wiha dom kir: "Li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin nîşan dan. Gelê kurd di gelek komkujiyan re derbas bûye, lê di hemû şert û mercan de têkoşîna xwe dewam kiriye û ji bo azadiya xwe fedakariyê dike."

Li ser navê malbatên şehîdan jî Xedîca Mihemed Bozî bixêrhatina beşdaran kir û ev tişt anî ziman: "Şehîd Silava û şehîd Derwîş ne şehîdê me tenê ne, şehîdên hemû gelê kurd in."

Di bin konê şehîd Bedirxan Reqa de yê ku li gundê Tilxezalê hatibû vedan, li ser navê meclisa navçeya Şêranê Mihemed Ehmed di keseyeta şehîd Bedirxan de hemû şehîd bi bîr anîn û bejna xwe li hember wan tewand û wiha dom kir: "Ne ji van şehîdan ba em nedigihîştin vê rojê, divê em her kes xwedî li lehengiya wan derkevin û soza şopandina rêya wan bidin û asta berxwadanê û têkoşînê bilind bikin."

Paşê welatiyan berê xwe da gundê Kofî yê girêdayî navçeya Sirînê û sersaxî ji malbata şehîd Sidqî (Sidqî Elî) re xwest.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku duh 3 şehîd hatin oxirkirin û wesîqeyên 3 şehîdan hatin ragihandin.

ANHA