Bazarên navçeyê bi berhemên baxçeyên sergirtî geş dibin

Berhemên baxçeyên sergirtî yên demsala havînî bazanên navçeya Girkê Legê geş dike.

Bazarên navçeyê bi berhemên baxçeyên sergirtî geş dibin
2 tîrmeh, 2018   08:04

LÎNA CAGÎR / QAMIŞLO

Li navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê, ev 5 sal in li pey hev projeyên baxçeyên sergirtî him ên zivistanî û him jî yên havînî bi serkeftî  bi encam dibe, berhem sûkên navçeyê bi her cure zebze geş dike, her wiha beşek mezin ji pêwîstiya bazarê ci cih tîne.

Projeyên baxçeyên sergirtî ne tenê di zivistanî de pêkane ye,  lê di destpêka buharî de jî destpê dike û berhemên wê di havînî de tê berhevkirin.

Li navçeya Girkê Legê, firehiya qada baxçeyên sergirtî ku bi sebzeyên  wekî xiyar, firenge, bacana reş, kundir û hwd hatiye çandin gihaşt 37 dinom. Berhemên baxçeyên sergirtî ev hefteyek daketiye bazan.

Tecrûbeya yekemîn, 12 donim bi zebeş û petêx hat çandin

Di çarçoveya firehkirina qada baxçeyên sergirtî, yekem tecrûbe ji bo demsala havînî de 12 dinom bi zebeş û petêx hate çandin. Li rexma ku zebeş û petêş zêde bejî têne çandin, li baxçeyê sergirtî de bi riya avdana çipik-çipik tê avdan. Berpirsên projeyê hêviya serketina projeyê dikin.

Projeya baxçeyên sergirtî ji aliyê 15 karkeran ve ku piraniya wan jin in ve tê rêveberin.

Guhertinên rewşa hewayê rê li ber gelek nexweşiyan vekir

Endezyarên çandiniyê yên projeyê , ji ber guhertinên rewşa hewayê ya îsal û belavbûna nexweşiyan di nav berheman de ji bo çareseriya vê pirsgirêkê têdikoşin.

Enezyara çandiniyê Bêrîvan Xelef tekez kir ku endezyar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, nimûneyan ji berheman dibin, lêkolîn dikin û ji bo rê girtina li ber belvbûna nexwşiyan, dermanên pêwîst li berheman dikin.

Her wiha reyadarên projeyê bi hêvî ne ku projeyên baxçeyên sergirtî pêwîstiya bazan bi cih bîne û buhayê zebzeyan kêm bike.

(şx)

ANHA