Rojevên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de diyar kir ku Rûsya hewl dide bi komên çekdar ên başûrê Sûriyeyê re itîfaq bike û got ku Rûsya ji koman xwest ku çekên xwe yên giran û navîn teslîm bikin, çekdaran jî ev tişt wek teslîmkariyê qebûl kir. Rojnameyan der barê rewşa Yemenê de jî got ku nûnerê NY’yê çûye bajarê Eden ê Yemenê da ku bi Ebdurebû Mensûr Hadî re nîqaş bike.

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban
2 tîrmeh, 2018   08:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban yên îro di rûpelên xwe yên sereke de bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û der barê mijarê de geşedanên dawîn ên li Efrîn û başûrê Sûriyeyê di rêza yekem de hatin nirxandin. Rojnameyan îro her wiha bal kişand ser rewşa Yemen, Iraq  û Filistînê.

Sûriyeyê

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişand ser rewşa Efrînê, dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê û rewşa başûrê Sûriyeyê. Rojnameya El-Heyat sernavê "Li Efrînê alozî heye, li Minbicê jî dewriyeyên hevbeş hene" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh li Efrîna Bakurê Sûriyeyê alozî di encama şerê demkî ku di navbera hêzên kurd û komên çekdar ên girdayî Tirkiyeyê de rûdan.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got saziyên çapemeniyê yên kurd daxuyaniya YPG da û destnîşan kir ku hêzên YPG çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didomîn in û got ku di encama çalakiyê de herî kêm 5 endamên Feleq El-Şam hatin kuştin.

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa başûrê Sûriyeyê de jî sernavê "Toreyek nû ji danûstadinên 'başûrê Sûriyeyê' di cihê xwe de digere" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî der barê mijarê sernavê "Rûsya radighîne ku dê hêzên mezin ber bi başûrê Sûriyeyê ve bişîne, bi opozîsyonê re ji bo teslîmê danûstandinê didomîne" avêt. Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî sernavê "Rûsya xwe bi perwaneya lihevkirinan li Deraa digire" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Rûsya der barê lihevanînan di nava liv û tevgerê de ye û wiha dom kir: "Li 8 bajarokên rojhilatê Deraa civîn di vê çarçoveyê de hatin lidarxistin. Di van civînan de pêşniyar der barê xebatên danûstandinan de hatin kirin. Li gorî pêşniyarê tê xwestin ku komên çekdar çekên xwe yên navîn û giran radest bikin û tev li Tugaya 5'an ku ji aliyê Rûsya ve ji bo şerê li dijî terorê hatiye avakirin, bibin."

Rojnameyê destnîşan kir ku hêzên opozîsyonê ev pêşniyar wek belgeya teslîmiyetê pênase kir û wiha dom kir: "Fermandarek leşkerî di 'Artêşa Azad a Sûriyeyê' de Xalid El-Nablusî got ku morala şervanên wan bilind in. Di daxuyaniyeke rojnameya El-Şerq El-Ewsat de got ku hemleyên rêjîmê yên li Tefesê têk çûn û welatiyan got ku ew heta mirinê li pey Artêşa Azad in. Her wiha tekez kirin ku ew ê heta dawiyê ji bakur dernekevin."

Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Opozîsyona Sûriyeyê li Besra El-Şam teslîm bû" avêt. Rojnameyê got ku komên çekdar ên Artêşa Azad li bajarokê Besra El-Şam a dîrokî ya Deraayê teslîm bû û wiha dom kir: "Ev di çarçoveya îtîfaqa bi fermandarên Rûsya û bi sponseriya Urdinê pêk hat. Ragîhandina şer a girêdayî Hizb El-Ah der barê mijarê de got ku çekdarên opozîsyonê li Busra El-Şam a başûrê rojavayê Sûriyeyê sererastkirina rewşa xwe bi hikumetê re qebûl kirin."

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameyên ereban nivîsên cuda nivîsandin. Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de sernavê "Iraq hewl dide herêmên rojava li ser dirêjahiya sînorê Sûriyeyê bi têlên rêsayî bigire." avêt. Rojnameyê got ku armanca hikumeta Iraqê ji vê yekê ew e ku rê li ber komên DAIŞ'ê bigire ku ji xaka Sûriyeyê derbasî Iraqê nebin. Lê DAIŞ li gelek herêmên Iraqê êrîşên jinişkave pêk tîne. Di encamê de ji sivîl û leşkeran qurbanî çêdibin."

Şewata sindoqên hilbijartinan didome

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî sernavê "Rêzefîlma şewitandina sindoqên hilbijartinan li Iraqê didome" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di kêmekî mehekê de zêdetirî 2 caran sindoqên hilbijartinan têne şewitandin û wiha dom kir: "Duh di depoyên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a li Kerkûkê de teqîn pêk hat û sindoqên hilbijartinan hatin şewitandin. Di êrîşê de 20 kes birîndar bûne, der barê mijarê de bi navê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kerkûkê Ebdulbast Derwîş got ku di êrîşê de 20 kes birîndar bûn û got ku tu zirar di sindoqên hilbijartinê de pêk nehat."

Misr

Girêdayî mijarên Misrê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Lihevkirina di navbera Qahîre û Xertûm de qedexekirina derbasbûna El-Muhdî ya Misrê ye." Rojnameyê diyar kir ku rayedarên Misrê qedexe kir ku serokê Partiya Neteweya Sûdanê Sadiq El-Muhdî derbasî Misrê bibe, dema ku ji Berlînê vedigeriya ku beşdarî konferansa hevbendiya opozîsyona Sûdanê bûbû. Partiyê jî ev helwesta Misrê wek dijminahiya hikumetên Misrê yên li pey hev bi nav kir. Hin çavkaniyên ji balafirgeha Qahîreyê diyar kir ku El-Muhdî ber bi Londonê ve çû, piştî ku peywendî ji cîgirên xwe wergirtin.

Rojnameyê li ser navê hin çavkaniyên xwedî agahî der barê dosya têkiliyên Misr û Sûdanê de wiha got: "Rayedarên Misrê El-Muhdî agahdar kirine ku beşdarî konferansa hevbendiya opozîsyonê nebe, ji ber ku ev yek dê Qahîreyê li hemberî desthilatdariya siyasî ya li Xertûmê tevlihev bike û bi taybet piştî ku El-Muhdî wek serokê hevbendiyê hate hilbijartin."

Yemen

Girêdayî karûbarên Yemenê rojnameyên erebî behsa çalakiya lihevkirinê ya girêdayî bajarê El-Hudeyda kir. Rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Griffith derfeta dawî pêşkêşî hûsiyan dike da ku bajarê El-Hudeyda radest bikin". Rojnameya El-Heyat jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Griffith vedigere Yemenê û peywira xwe ya maratonîk didomîne." Rojnameyê diyar kir ku şandeya navneteweyî ya bi serkêşiya Martin Griffith hewl dide civîneke din bi serokê Yemenê Ebdrebo Mensûr Hadî re li paytexta demkî Edenê li dar bixe da ku mijara lihevkirina der barê bajarê El-Hudeyda de gotûbêj bike û danûstandinên di navbera hikumetê û koma hûsiyan de ji nû ve bide destpêkirin.

Rojnameyê xwe spart hin çavkaniyên dîplomasî û di nivîsa xwe de wiha domand: "Hevdîtina Griffith û Hadî piştî merca hikumeta Yemenê ya vekişandina milîsên hûsiyan ji bajarê El-Hudeyda û bendera wê û bendera El-Silêf pêk tê, beriya ku çalakiyeke siyasî were destpêkirin ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê birêvebirin. Rojnameyê destnîşan kir ku şandeya navneteweyî hewl dide lihevkirinekê di navbera hikumeta Yemenê û hûsiyan de der barê bajêr de pêk bîne.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Quds El-Erebî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Hemleya girtinê ya hêzên dagirker li herêma rojavayî ya Filistînê dest pê dike û di nava girtiyan dîlekî ji Qudsê di dema serbestberdana wî de." Rojnameyê diyar kir ku hêzên dagirkeriyê hemelyên xwe yên girtinê û bi ser malan de çûn berdewam dike. Hêzên dagirkeriyê 4 ciwan li bajarê Nablûsê girtin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên dagirkeriyê ji gelek aliyan ve êrîşî malên welatiyan kirin. Ciwanên bajêr bi keviran li hemberî êrîşa dagirkeran derketin û dagirkeran jî gelek bombeyên deng û gazê avêtin.

Lûtkeya Niwakşot

Girêdayî lûtkeya Yekitiya Afrîkayê ku li paytexta Morîtanya Niwakşotê tê lidarxistin, rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Serokê Morîtanyayê Mihemed Wild Ebdilezîz pêkanîna stratejiyeke tunekirina navendên tevliheviyê pêwîst dibîne". Rojnameyê diyar kir ku serokên parzemîna Afrîkayê rêbazên peydakirina aramiyê li parzemînê di Lûtkeya Niwakşot de gotûbêj dikin, her wiha mijarên aborî, alozî û şerên li parzemînê rûdidin gotûbêj dikin.