Efrîniyan li ser warê wan dikin ‘koçber’

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê nasnameyên biyanî ji şêniyên Efrînê yên resen re derdixe. Li gorî wan nasnameyan şêniyên Efrînê dibin ‘koçber’.

Efrîniyan li ser warê wan dikin ‘koçber’
2 tîrmeh, 2018   07:07

BASIL REŞÎD/ EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji kantona Efrînê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên kantonê û navçeyên wê neçar dikin ku nasnameyên biyanî derxin. Her wiha dagirker bikaranîna nasnameyên Sûriyeyê qedexe dikin.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku dagirkeran li ser deriyê têketin û derketina bajar de bendên kontrolê danîne û şêniyên kantonê yên resen (kurd û ereb) neçar dikin ku agahiyên kesayetî bidin wan û wêneyan bikişînin da ku nasnameyên biyanî bidin wan.

Çavkanî diyar kir ku artêşa tirk a dagirer û çeteyên wê bang li şêniyan dikin ku serlêdana Meclisa Zagonsaz a berê bikin da ku nasnameyan ji wê derê bigirin. Her wiha hate gotin ku her kesên ku vê yekê red dikin, malên wan tên şewitandin.

Çavkanî diyar kir ku artêşa tirk a dagirker bi rêya wê nasnameyê navê "koçber" li şêniyên Efrînê yên resen dike.

(bx/ew)

ANHA