Operasyona leşkerî ya Emaretê tê rawestandin

Emaratên Erebî ragihand ku ji bo ku rê li ber şandeya Amerîkayê ya bi serkêşiya nûnerê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffith veke operasyonên xwe yên leşkerî li El-Hudeyda rawestandine. 

Operasyona leşkerî ya Emaretê tê rawestandin
1 tîrmeh, 2018   12:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Emaretê Enwer Qirqaş li ser malpera xwe ya tora civakî nivîsek weşand û tê de wiha got: "Em keda şandeya Amerîkayê ya serkêşiya Martin Griffith silav dikin, ji ber ku bê merc wê hûsiyan ji bajarê El-Hudeyda û bendera wê vekişîne.”

Her wiha Emaret ku tê zanîn hevpara sereke ya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê ye, li dijî hêzên hûsî da zanîn ku operasyonên leşkerî li El-Hudeyda hatine sekinandin ji bo ku şandeya Amerîkayê karibe bê şert û merc bendera El-Hudeyda bigire.

Tê zanîn ku şandeya Amerîkayê ya serkêşiya Martin Griffith di hefteya borî de bi serokê Yemenê Ebdû Ribah Mensûr re li bajarê Urdinê hevdîtinek pêk anî.

Her wiha hêzên Yemenê di 13`ê Hezîranê de bi serkêşiya Koalîsyona Erebî êrîşî bendera El-Hudeyda kir ku piraniya alîkariyan di rêya wê re derbasî Yemenê dibe. Hêzên hûsiyan Berava El-Hudeyda xiste bin serweriya xwe ku koalîsyon ji sala 2014`an vê benderê wek cihê revandina çekan û êrîşkirina ser gemiyên li Deryaya Sor dibîne. Tê zanîn ku Yemen ji sala 2014`an ve şerê di navbera hûsiyan û artêşa Yemenê de dibîne lê ev şer dijwartir bû.

(cu/ew)

ANHA