Asayîşê derbarê teqîna Hesekê daxuyanî da

Fermandariya Asayîşa Giştî ya Rojava-Bakurê Sûriyê derbarê teqîna duh li Hesekê pêk hat daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên teroristane ku li dijî hêzên wan pêk tên dê wan ji tekoşînê dûr nexin.

Asayîşê derbarê teqîna Hesekê daxuyanî da
1 tîrmeh, 2018   12:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava derbarê êrîşa teqemenî ya şevê din li Hesekê pêk hat, daxuyanî da û diyar kir ku êrîş li dijî yek ji navendên hêzên Sotoro yên di bin banê hêzên Asayîşê de pêk hatiye û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Ji bo gelê me û raya giştî

Duh êvarê saet di 21.40'an de yek ji navendên hêzên Sotor yên di bin banê hêzên me de ku li nêzî Dibistana El-Xesaniye ye rastî teqîna teroristan e hat, di encamê de 7 kes bi rewşên cûda birîndar bûn.

Hewldanên bi vî rengî ku terorist pêk tîn in, nîşana herî ber bi çav e ku dawiya teroirstan hatiye. Em ê tu carî tekoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû heêrmên Bakurê Sûriyê ranewestîn in."

ANHA