Dagirkeriya tirk malên 2 welatiyên Efrînê teqandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber gengeşiya di navbera endamên wan û welatiyan de, malên 2 welatiyên ji Efrînê bi bombeyên destan teqandin.

Dagirkeriya tirk malên 2 welatiyên Efrînê teqandin
Dagirkeriya tirk malên 2 welatiyên Efrînê teqandin
1 tîrmeh, 2018   13:00

EFRÎN

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa tirk û çeteyên wê binpêkirinên der heqê welatiyên Efrînê de bê navber didomînin. Çavkaniyan da zanîn ku artêşa tirk û çeteyên wê malên 2 welatiyên ji Efrînê teqandin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku duh di saetên êvarê de di navbera xwediyên her du malbatan û artêşa tirk û çeteyên wê de gengeşe derket û got ku mala yekem li rex Benzînxaneya Ayşe ya li ser rêya Keraca Efrînê ya nû ye û mala duyemîn jî li ber Navenda Çandê ya bajarê Efrînê ye.

Çete bi hev dikevin

Li aliyê din jî çavkaniyan destnîşan kir ku di navbera koma çete ya bi navê Ehrar El-Şerqiye û komên din ên çete de pevçûn derket. Hate gotin ku pevçûna wan li ber firneya li kolana El-Fîl a li nêzî rêya têketina bajarê Efrînê ya rojhilat e. Çavkaniyan tekez kir ku pevçûnên di navbera çeteyan de li ser teqînên ku duh li Efrînê pêk hatin rûdaye.

Çavkaniyan diyar kir ku pevçûna çeteyan veguherî şerê bi çekan û di encamê de herî kêm 4 çete hatin kuştin.

Li aliyê din jî çavkaniyeke din destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê hejmara çeteyên xwe û dewriyeyên xwe yên li ser rêyên sereke yên di bajarê Efrînê de zêde kiriye. Zêdekirina hejmara çeteyan piştî rêzeteqînên li Efrînê pêk hat.

ANHA