Lûtkeya Niwakşot dest pê kir

Îro li paytexta Morîtanyayê Niwakşotê, Lûtkeya Afrîkayê ya 31'an bi dirûşma "Serkeftinên li dijî gendeliyê" dest pê kir.

Lûtkeya Niwakşot dest pê kir
1 tîrmeh, 2018   08:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya Afrîkayê bi beşdarbûna serokên welat û hikumetên Afrîkayê dest pê dike. Lûtke di dewreya xwe ya 31'emîn de bi dirûşma "Serkeftinên li dijî gendeliyê" hate lidarxistin. Di lûtkeyê de 22 serokên dewlet û hejmareke parlamenter û serokên hikumetên Afrîkayê beşdar dibin.

Lûtke ku cara yekemîn e li Morîtanyayê tê lidarxistin, mijarên gendeliyê li parzemîna Afrîkayê û xebatên li dijî terorê û aloziyên parzemînê dê gotûbêj bike, nemaze belavbûna tundiyê li herêmên tevlihev ên wekî Afrîkaya navîn.

Di lûtkeyê de her wiha dosya fînansekirina darayî ya yekitiyê ji bo pêkanîna biryara Lûtkeya Kîgalî dê were gotûbêjkirin ku têde ji sedî 0.2 ji dahatên derveyî parzemînê ji bo fînansekirina yekitiyê hatiye erêkirin. Di lûtkeyê de her wiha avakirina devereke bazirganiya azad li Afrîkayê dê were gotûbêjkirin.

Di lûtkeya Yekitiya Afrîkayê de aloziya Lîbyayê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina hilbijartinên parleman û serokatiyê de li Lîbyayê di dawiya îsal de dê were gotûbêjkirin. Her wiha dewletên cîranên Lîbyayê dê li rex lûtkeyê civîneke biçûk li dar bixin û tê de pêşveçûnên leşkerî yên li Lîbyayê gotûbêj bikin.

Yekitiya Afrîkayê di lûtkeya xwe de cara yekemîn e raporeke der barê nêrînên çareserkirina aloziya beyarê de ku di navbera Mexribê û eniya Bolîsariyo de bi nakok e, tê pêşkêşkirin.

Rêxistina Hevgirtinê ya Afrîkayê di sala 1963'an de li Asyûbiya bi endamiya 30 dewletan hate damezirandin û rizgarkirina giştî parzemînê ji dagirkeriyê û ji pêşveçûna aborî armanc dike û hevgirtina Afrîkayê xurt dike. Di sala 2002'yan de Yekitiya Afrîkayê di Lûtkeya Derban a Başûrê Afrîkayê de hate damezirandin, piştre komîserî, parleman û Meclisa Aştî û Ewlehiyê yên girêdayî wê hatin avakirin.

Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku lêçûna gendeliyê li Afrîkayê salane bi qasî 148 milyar dolar e û di nava wan de 50 milyar dolar ji ber herikîna darayî ya ne rewa ye.

Dewletên Lîbya, Sûdan, Başûrê Sûdan û Somalî di lîsteya gendeliyê de li pêş in.