Ji Xezeba Zeytûnê li Idlibê çalakî: 2 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li başûrê Idlibê li dijî çeteyan çalakî pêk anîn, di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Ji Xezeba Zeytûnê li Idlibê çalakî: 2 çete hatin kuştin
1 tîrmeh, 2018   08:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser malpera xwe ya fermî got ku yekîneyên wan li Idlibê li dijî çeteyên Feyleq El-Şam çalakî kirine. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûn der barê çalakiyê de li ser malpera xwe ya fermî ev tişt anî ziman:

"Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di çarçoveya bersivdayîna binpêkirinên çeteyan ên li der heqê xizmên me yên li hundirê Efrînê pêk tên, yekîneyên me yên li Idlibê, di 30'ê Hezîrana 2018'an de noqteya çavdêriyê ya çeteyên Feyleq El-Şam hedef girt. Rola vê koma çete di dagirkirina Efrînê de li pêş bû, mal û milkên xizmên me talan kirin, her wiha li dijî welatiyên bêguneh sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn.

Di encama çalakiya me de noqteya behsa mijarê bi temamî hate rûxandin û 2 çeteyên bi navên Elî El-Hemûd û Xalid El-Faris hatin kuştin.

Ji ber me bi xaka Efrîn û xwîna hevalên xwe yên deşt û çiyayên Efrînê av dane sond xwariye, em soz didin ku çeteyên hebûna dagirkeriya tirk li Efrînê rewa nîşan didin li hemû cihên wan ên li Idlib, Efrîn, Ezaz, Mari, Bab, Cerablus û El-Raî hedef bigirin. Rojên pêş jî wê rastiya gotina me diyar bibe ku em pêk tînin. Gotinên herî baş ên li ser rûyê erdê pratîze dibin. Efrîn bi sebr e, tolhildan nêzîk e."