Çete talankarî û revandinê li Efrînê didomînin

Bûyerên artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê talankirina malê welatiyan û revandina welatiyên sivîl didomînin. Çete welatiyan dibin cihên nediyar.

Çete talankarî û revandinê li Efrînê didomînin
1 tîrmeh, 2018   09:18

EFRÎN

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê diyar kir ku koma çete ya bi navê Ketîbet Ehfad El-Resûl çend welatiyên ji bajarokê Bedîna yê herêma Raco ya kantona Efrînê revandin. Çeteyan di saetên piştî nîvê şevê de bi ser malên welatiyan de girt û mal û zêrên wan talan kirin.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku çeteyan welatiyên bi navên Hisên Umer Kero (50) û Xesan Umer Fewzî û hevjîna wî revandin û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku paşê hevjîna Xesan piştî ku zêrên wê û miqdarek mezin a pereyan jê hate standin, serbest hate berdan.

Çavkaniyan got ku çete piştî welatiyan direvînin beranberî wê pereyên zêde ji malbatan dixwazin da ku wan serbest berdin. Çavkaniyan got ku çeteyên bi navê Lîwai El-Muntesir Bilah, Lîwai Mihemed El-Fatih û Ehfad El-Resûl di bajarokê Mabata de hatine bicihkirin.

Li aliyekî din çavkaniyekî ji Cindirêsê da zanîn ku artêşa tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebû Rodî û hevjîna wî Şamîran û Mustefa Diyan ji beriya 2 mehan ve revandine.

Hate gotin ku artêşa tirk ew birine girtîgehên Tirkiyeyê, lê tu agahî der barê rewşa wan de nehatiye bidestxistin.

ANHA