Rûsya dê bi çekdarên opozîsyonê re danûstandinan bike

Roja şemiyê li Derayê tûreyek din a danûstandinan di navbera Rûsya û komên çekdar ên opozîsyonê de têkildarî pêşeroja parêzgeha Derayê wê were lidarxistin. Danûstandinên îro hatin kirin, têk çûn. Konseya Ewlekariyê jî bang li komên çekdar kir ku ji herêma di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de derkevin.

Rûsya dê bi çekdarên opozîsyonê re danûstandinan bike
30 hezîran, 2018   08:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (Mersed Sûrî) diyar kir ku tê payîn roja şemiyê tûreyek din ji danûstandinan der barê parêzgeha Dera de were lidarxistin û destnîşan kir ku wê danûstandin di navbera Rûsya û komên çekdar de were lidarxistin. Ev danûstandin wê bi rêya navbeynkaran pêk were. Di danûstandinan de wê rewşa Deraayê ku ev 11 roj e tê bombebarankirin, were nîqaşkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan xalên ku danûstandin li ser wan têne kirin jî got ku li gorî agahiyan danûstandin li ser agirbest li giştî parêzgeha Deraayê pêk were û dê komên çekdar ên opozîsyonê çekên xwe yên navîn û giran teslîm bikin, çekên wan ên sivik jî dê di demên pêş de piştî rewşa li Sûriyeyê were sererastkirin, werin teslîmkirin. Ev itîfaq dê beranberî ku komên çekdar deriyê Nesbîb ê sînor teslîm bikin,  pêk were.

Xebatên leşkerî duh careke din piştî ku li gundewrên Deraa di navbera her du aliyan de der barê çarenûsa rojhilat û bakurê Deraa de têk çûye, pêk hat.

Duh înê jî çavkaniyekî Urdinê diyar kir ku tu itîfaq ji bo rawestandina şerê li başûrê Sûriyeyê di navbera hikumeta Sûriyeyê û çekdarên opozîsyonê de pêk nehatiye. Hate gotin metirsî heye ku karesata mirovî li herêma hesas derkeve ku li nêzî Îsraîl û Urdinê ne.

Li Washington jî, berpirsên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja Înê got ku Amerîka nikare agahiya agirbesta der barê başûrê Sûriyeyê de bigire û ev tişt anî ziman: "Şerê li başûrê rojavayê Sûriyeyê didome, rêjîma Sûriyeyê û Rûsya jî topbarana xwe ya li ser herêmê zêde dike. Rewşa aloz hîn jî didome."

Konseya Ewlekariyê jî roja înê bi piraniya dnegan erka hêzên NY yên şopandina rawestandina şer li Golanê 6 mehên din jî dirêj kir, her wiha ji komên çekdar daxwaz kir ku sînorê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê vekişin. Konseya Ewlekariyê di birya xwe de her wiha şerê li herêma behsa mijarê rû didin bi tundî şermezar kir û bang li hemû aliyan kir ku şerê xwe rawestînin û rêzê ji qanûnên navdewletî yên mirovî re bigirin.

Hêzên rêjîmê ji roja 19'ê Hezîranê ve êrîşa leşkerî li ser sînorê Urdinê didomîne, di heman demê de tevgera dîplomasî ya Rûsya, Israîl, Îran û Urdinê der barê herêmê de bê navber didome.