Rojevên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser rewşa başûrê Sûriyeyê û itîfaqa li wir hate kirin, di rojnameyan de wiha mijarên girdayî çalakiyên "vegerê" yên Filistînê ku ev 14 hefte ye dewam dikin û rewşa Yemenê cih girt.

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban
30 hezîran, 2018   07:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de jî aloziya Sûriyeyê wek rojeveke sereke dît. Di rewşa Sûriyeyê de behsa êrîşa li ser başûrê Sûriyeyê û itîfaqa li wir. Di rojnameyan de her wiha behsa rewşa Iraqê û zexta hikumeta Erdogan a li ser muxalîfan, rewşa Yemen û Iraqê hate kirin.

Sûriyeyê

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Sûriyeyê de sernavê "Şam, destkeftiyên xwe yên li başûr zêde dike….Opozîsyon li ber bijareyên tal e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hejmara koçberên ji parêzgeha Deraa yên berê xwe didin sînorê Urdinê û Golanê zêde dibe û wiha dom kir: "Tê payîn ku hejmara koçberan bigihîje derdora 150 hezar kesî. NY jî ji karesata mirovî hişyar kir. Di heman demê de bombebarana li rojava û rojhilatê Deraa zêde bûye. Li aliyê din jî agahiyên dijberî hev hatin ku di navbera komên çekdar û hêzên Rûsya de itîfaq heye, li gorî vê itîfaqê wê komên çekdar di deriyê sînor ê Nesîb re vekişin. Li bajarokên Um El-Meyadîn, El-Têba û Nesîb wê komên çekdar ên opozîsyonê vekişin û li şûna wan artêşa Sûriyeyê bi cih bibe."

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê sernavê "Çekdarên 'Artêşa Azad" li ber 2 vebijêrkan in, ya herî xweş tal e" avêt. Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de sernavê "Urdin bi nêzîkbûna teslîmkirina opoziîyonê ji pêla koçberiyê ya nû ve rizgar bû" avêt. Rojnameya El-Quds El-Erebî jî sernavê "Rêjîm itîfaqa 'derketina çekdaran' ber bi Idlibê ve avêt û Urdinê ev silav kir."

Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt got: "Çavkaniyên ragihandinê yên li nêzî rêjîma Sûriyeyê, duh êvarê got ku aliyên hikumeta Sûriyeyê dest bi amadekariyan dike ku berê otobusan bide bajarê Deraa. Hejmara çekdarên ku itîfaqa bi rêjîmê re qebûl nekirin hezar û 500 kes in tevî malbatên wan. Ew dê ber bi parêzgeha Idlbê ve werin veguhastin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî wiha got: "Çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên Rûsya derbasî bajarê Dera Beled bûne û bi fermandarên opozîsyonê re civiyan."

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat sernavê "Parleman dest ji projeya dirêjkirina temenê xwe berda" avêt. Rojnameya El-Ereb jî sernavê "DAIŞ serokwezîrê Iraqê di dawiya dema wî de tengav dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku DAIŞ bi êrîşên xwe yên bi xwîn li Iraqê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya dema wî bi dawî bibe tengav kir û wiha dom kir: "Dema Ebadî ya dema niha ber bi dawî ve diçe. Di hilbijartinan re re jî derbas bû û hevkariya hilbijartinan nîşana serkeftinê ragihand. Niha jî têkoşîna siyasî ji bo demeke din a serokwezaretiyê dike."

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê mijarê sernaêv "Bexda di bin zeta kolanê de lezê dide darvekirinan" avêt. Rojnaemyê di nivîsa xwe de got ku piştî DAIŞ 8 kesên revandibûn îdam kirin, mijar di rayga giştî ya Iraqê de li ser çapemeniyê belav bû. Hikumeta Iraqê lewma lez da darvekirinan."

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Nesrellah xwe di paya 'şêwirmendkar' de li Lubnanê bi nav dike". Rojnameyê diyar kir ku sekretêrê giştî yê Hizbullah a Lubnanê xwe wek "Şêwrmendê Bilind" li welat bi nav kir. Siyasetmedarekî Lubnanê jî ew weke "Rêberê Bilind" weke navlêkirina Elî Xaminî li Îranê bi nav kir. Li rex xebatên serokwezîrê erkdar Seed El-Herîrî ya avakirina hikumeta nû û lêgerîna wî ya lihevkirinan da ku nakokiyên xiristiyanî – xiristiyanî çareser bike, Nesrullah "pîvanên" ji bo avakirina hikumeta Lubnanê nîşan dan û got ku divê ev hikumet berfirehtir be.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Griffith dê pilanekê pêşkêş bike da ku danûstandinên Yemenê jinûve bêne dewamkirin". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hikumeta Yemenê nûkirina înîsyatîfa Kêrî red dike". Rojnameyê diyar kir ku wezîrê karên derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî diyar kir ku nûkirina înîsyatîfa wezîrê karên derve yê Amerîka yê berê John Kerry ku bi "binaxkirî" bi nav kir di çarçoveya tevgerên navnetewî di danûstandinên Yemenê de red kir û wiha got: "Ti tedbîrên siyasî beriya tedbîrên ewlehî tune ne."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku ev yek piştî ragihandina şandeyê navnetewî Martin Griffith hat ku diyar dike ku daxwaza herdu aliyên şer li Yemenê ya vegera maseya danûstandinan heye. Griffith destnîşan kir ku dê pilanekê di der barê berdewamkirina danûstandinan de pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya navnetewî bike û wiha got: "Ez dixwazim aliyan di van hefteyên pêş de bînim ba hevûdu."

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Quds El-Erebî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Îna herêm û Xazeyê: du şehîd û bi sedan birîndar bi guleyên Îsraîlê". Rojnameyê diyar kir ku xwepêşandanên li ser sînorê Xaze yên rojhilat di Îna 14'emîn de berdewam dikin û xwepêşandana duh jî di bin navê "Ji Xaze ber bi herêmê ve xwîn yek e û çarenûs hevbeş e" de du kes şehîd bûn û bi sedan bi guleyên leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Erdogan girtinan didomîne

Girêdayî mijar û aloziya Tirkiyeyê jî rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Erdogan serdema serokatiya xwe bi girtina rikberên xwe tacîdar dike". Rojnameyê diyar kir ku dezgehên çapemeniyê yên fermî yên Tirkiyeyê diyar kirine ku rayedarên Tirkiyeyê cigirê berê yê mezintirîn partiya opozîsyonê CHP'ê Eren Erdem di bin hinceta ku ew girêdayî toreya Fethullah Gûlen e, girtin.