′Têkoşer Zîlan dîwarê tirsê li pêşiya me rûxand′

Jinên kantona Efrînê çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan bi zêdetirîn derbeyên ku bandor li dijimê gelê Kurd  kir, wesf kirin. jinan tekez kirin ku ji ber wê çalakiyê dîwarê metirsiyê li pêşiyan jinê hate şikandin

′Têkoşer Zîlan dîwarê tirsê li pêşiya me rûxand′
30 hezîran, 2018   08:40

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Di 30`ê Hezîrana 1996`an de têkoşer Zîlan çalakiyeke fedayî pêk anî û xwe di nava leşkerên tirk de dema toreneke leşkrî li dar dixistin, teqand. Di encama çalakiya têkoşer Zîlan de gelek leşkerên tirk hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de û bi boneya salvegera 22`yan a şehadeta têkoşer Zîlan jinên kantona Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Welatiya bi navê Hacer Silêman got ku çalakiya ku têkoşer Zîlan pêk anî tu kes nikare wekî wê bike û çalakiyên mîna wê pêk bîne û wiha got: "Ji ber ku têkoçer Zîlan fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dikir, hêz û wêrekiya wê hebû da ku çalakiya xwe pêk bîne. Em bi saya wê gihaştin roja me ya îro û me azadiya xwe bi dest xist."

Hacer tekez kir ku têkoşer Zîlan, Avesta û Barîn ji bo hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên kurd bûye sembola têkoşînê û hêza xwe jê digirin. Di dawiyê de Hacer destnîşan kir ku ew wek jinên Rojava – Bakurê Sûriyeyê wê heta dawiyê li ser rêya wan têkoşeran bimeşin da ku civakê ji fikrên paşverû rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve welatiya elewî ya bi navê Hêvî Silêman destnîşan kir ku dema wan bi çalakiya têkoşer Zîlan bihîst, pir xemgîn bûn û ev tişt anî ziman: "Piştî ku têkoşer Zîlan çalakiya xwe ya fedayî pêk anî, em bi vê yekê serbilind bûn û me rastî û hêza jinan nas kir. Çalakiya têkoşer Zîlan bi awayekî erênî bandor li rêxistina jinan kir."

Hêvî diyar kir ku ew wek jin çalakiya têkoşer Zîlan ji zêdetirîn derbeyên ku bandor li dijminê gelê kurd kir, ji ber ku çalakî di rewş û demeke pir zehmet de pêk hat.

Her wiha welatiya bi navê Nejdet Mele Reşîd got ku çalakiya fedayî ya ku têkoşer Zîlan pêk anî, bersiva komployên navneteweyî yên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û ev tişt bi lêv ki: "Çalakiya têkoşer Zîlan fikrên mêran ên kevneperest beranberî hêz û îradeya jinan şikandin."

Nejdet di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek jinên Efrînê heta dawiyê wê şopdarên rêya têkoşer Zîlan û fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.

Welatiya bi navê Roşîn Mihemed Mihemed jî got ku wan di kesayeta têkoşer Zîlan de têkoşîn û berxwedan nas kirin, her wiha hezkirin û wefadariya bi welat re di kesayetên xwe de ava kirin û wiha bilêv kir: "Bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan me zincîrên tirs û zilmê ku li jinan hatibûn ferzkirin, şikandin û em ê hemû fikrên paşverûtiyê têk bibin."

(bx/ew)

ANHA