Artêşa Lîbyayê bajarê Derna bi dest xist

Fermandarê leşkerî yê Lîbyayê Xelîfe Hefter ragihand ku hêzên wan ên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" bajarê Derna bi temamî kontrol kir.

Artêşa Lîbyayê bajarê Derna bi dest xist
29 hezîran, 2018   09:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên leşkerî yên ji bo girtina bajarê Derna yê Lîbyayê 6 hefteyan dewam kir. Bajarê Derna di bin destê komên çekdar ên girêdayî rêxistina Qaîda de bû. Li wir yekem îmareta îslamî ya girêdayî DAIŞ’ê li Lîbya û Afrîkayê hate ragihandin.

Bajarê Derna yê Lîbyayê bi girîngiya xwe ya stratejîk û cihê xwe yê cografîk, her wiha rêya Bengazî di wê re derbas dibe, tê naskirin. Di heman demê de li ser deryaya Lîbyayê ya herêma rojhilat e.