Rûsya, Tirkiye û Îran dê li Soçiyê bicivin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku hevdîtina nû ya civînên Astanayê dê li Soçî ya Rûsyayê di navbera 30 û 31'ê Tîrmehê de were lidarxistin.

Rûsya, Tirkiye û Îran dê li Soçiyê bicivin
29 hezîran, 2018   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Fîrşînîn îro ji rojnameyan re axivî û ragihand ku dê tûra nû ya civînên Astanayê ku di navbera dewletên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de yên navê welatên mîsogekar (garantor) li xwe dikin, dê der barê Sûriyeyê de were lidarxistin. Fîrşînîn da zanîn ku dê civînên wan li bajarê Soçî yê Rûsya di rojên 30 û 31 Tîrmehê de were lidarxistin.

Fîrşînîn der barê mijarê de got ku dema ew li civîna dawîn a Astanayê bûne, wan biryar daye ku civînên nû di her du rojên dawîn ên Tîrmehê de werin lidarxistin û da zanîn ku dê civînên wan wekî berê dewam bikin. Li ser beşdaran jî agahî dan û got ku dê 3 welatên ku navê mîsogerkar li xwe dikin Rûsya, Tirkiye û Îran beşdarî civînan bibin.