Îlham Ehmed: Ciwanên zana dikarin Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bibin

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed diyar kir ku ew amade ne der barê pêşeroja Sûriyeyê de bi rêjîma Sûriyeyê re danûstandinan bikin û li ser rola ciwanan jî got ku ciwanên birêxistinkirî dikarin Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bibin.

Îlham Ehmed: Ciwanên zana dikarin Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bibin
29 hezîran, 2018   09:39

REQA

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)ê Îlham Ehmed di Kongreya Damezirîner a Meclisa Ciwanên Reqayê de axivî û got ku ew amade ne ji bo danîna destûra nû ya Sûriyeyê bi rêjîma Sûriyê re danûstandinan bikin.

Îlham Ehmed di axaftina xwe de her wiha bal kişand ser şerê dijwar ku li Sûriyeyê pêk tê û ev tişt anî ziman: "Li Sûriyeyê şerên dijwar rûdidin. Ev şer di encama itîfaqa di navbera Amerîka û Rûsyayê de li dijî komên çekdar ên li Derayê pêk hatiye. Hin komên çekdar li hin herêman hebûna xwe ya leşkerî bi dawî kir. Van koman qebûl kir ku biçin herêmên din ên Sûriyeyê. Ev di çarçoveya guhertina demografîk a li Sûriyeyê de pêk hatiye. Ew hewl didin herêmên taybet bi xwe ava bikin. Rewşa Iraqê jî li ber çavan e."

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku tiştê li ser erdê pêk tê kiryarên dewletên herêmê nîşan dide û wiha pê de çû: "Tiştê li herêmê pêk hat, helwesta siyasî ya herêmî ya li dijî gelê Sûriyeyê nîşan dide. Lewma em dibêjin ku projeya demokratîk dê bi ser bikeve, tevî hemû hewldanên ku têne kirin, ev proje dê bi ser bikeve."

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed her wiha bi bîr xist ku gelek aliyan got ku projeya me Sûriyeyê parçe dike û wiha dom kir: "Em jî dibêjin ku yên Sûriyeyê parçe dikin ew dewletên herêmî yên kiryaran li dijî gelê Sûriyeyê pêk tînin. Tiştê niha li Derayê pêk tê jî vê yekê nîşan dide."

Têkildarî danûstandinên bi rêjîma Sûriyeyê re jî Îlham Ehmed wiha got: "Em amade ne der barê pêşeroja Sûriyeyê de bi rejîma Sûriyeyê re danûstandinan bikin, da ku em destûra nû ya Sûriyeyê deynin. Em hewl didin hemû Sûriye demokratîk be û ne be ya yek neteweyê. Em ji bo vê yekê têkoşînê dikin. Îro em dibînin ku hin alî daxuyaniyan didin. Berê me gotiye em amade ne, lê ew alî ne amade ne. Em amade ne li ser destûra nû ya Sûriyeyê û bidawîkirina aloziya Sûriyeyê danûstandinan bikin. Em aramiyê û ewlekariyê ji gelê xwe yê Sûriyeyê re dixwazin."

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî got ku bi ciwanên zana û birêxistinkirî ew dikarin Sûriyeyê ber bi bernameyeke demokratîk û azad ve bibin.

ANHA