Di rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser rewşa başûrê Sûriyeyê û vegera koçberên Sûriyê yên ji bajarê Ersal ê Lubanê, her wiha revandina xebatkarên navdewletî ji aliyê hûsiyan ve û girtina artêşa Lîbyayê a bajarê Derna derxistin pêş.

Di rojnameyên ereban de îro
29 hezîran, 2018   08:02

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de rewşa Sûriyeyê wek mijarek sereke dît. Rojnameyan her wiha mijarên girdayî Lîbya û Yemenê jî wek rojevên sereke diyar kirin.

Sûriyê

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa başûrê Sûriyeyê de sernavê "Başûrê Sûriyeyê... Şerê diyarker ji hemû aliyan re" avêt. Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê mijarê de sernavê "Zexta navdewletî ji bo tundî li başûrê Sûriyeyê raweste, Şam û Moskov bi rojeke bixwîn li dijî wê derdikevin. " avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Şam û hevkara wê Moskov duh li hemberî banga navdewletî ya pêwîstiya pratîzekirina herêmên "kêmkirina şer" rojek bixwîn li Derayê pêk anî. Bombebarana xwe ya li ser rojhilatê Dera pêk anîn. Di encamê de 2 komkujiyên hovane pêk hatin, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Di heman demê de tevgera leşkerî li rojavayê bajar jî berfireh bû.

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa koçberan de jî sernavê "Lubnan vegerandina koçberên Sûriyeyê didomîne, tevî nerazîbûna navdewletî" avêt. Rojnameyê got ku derdora 400 koçberên Sûriyeyê roja pêncşemê ji bajarokê Ersala yê Lubnanê vegeriyan û wiha dom kir: "Lubnan tekez kir ku ew ê di vegerandina koçberên Sûriyeyê de berdewam bike. Tevî ku Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de nerazîbûn nîşan daye."

Rojnameya El-Şeq El-Ewsat jî der barê rewşa Sûriyeyê de sernavê "Lihevkirinên der barê Sûriyê de di navbera Trump û Putîn de: Rêjîm ber bi başûr ve beranberî derketina Îranê" avêt. Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên dîplomasî got ku hikumeta Sûriyeyê bi piştgiriya ezmanî ya Rûsya li bajarê Dera û gundên girêdayî wê hemle daye destpêkirin û wiha dom kir: "Ev li ser esasê lihevkirinên di navbera Rûsya û Amerîkayê de li ser esasê bicihkirina rêjîma Sûriyeyê li başûrê Sûriyeyê û derketina hêzên Îranê, li beranberî vê yekê dê çekdarên opozîsyonê ji başûrê Sûriyeyê werin derxistin."

Iraq

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de sernavê "Cihbicihkirina destûreke seqet li Iraqê piştî parlamento têk çû, dema xwe dirêj bike" avêt. Rojnameyê got ku parlemana Iraqê roja pêncşemê di dirêjkirina dema xwe de têk çû û wiha dom kir: "Ev bijara ku hin aliyên siyasî bi hinceta ku pê li dijî valatiya siyasî derkevin, ev piştî ku encamên hilbijartinê pêk nehatin."

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku dema qanûnî ya parlamentoya Iraqê ya niha dê heta dawiya vê mehê pêk were û wiha dê li Iraqê rewşeke tevlihev derkeve, ji ber valatiya desthilatdariya zagonî pêk were û wiha dom kir: "Desthildariya rêveber jî dê nûnertiya hikumeta Heyder Ebadî karê xwe bidomîne."

Ebadî fermana darvekirina terorîstan da

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Iraqê de sernavê "Ebadî fermana darvekirina terorîstên bi îdamê hatine tawanbarkirin, da" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku roja pêncşemê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh êvarê fermana pêkanîna hikmê îdamê li dijî terorîstan da û wiha dom kir: "Diyar e ev biryara Ebadî wek bersiva darvekirina Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya rehîneyên li gel wê pêk hatiye."

Yemen

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê rewşa Yemenê de sernavê "Hûsiyan karmendên NY’yê li Hudeyda revandin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çekdarê hûsiyan girt ser ku navenda Bernameya Xwarinê ya Navdewletî ya li bajarê El-Hudeyda û 2 karmendên wan girtin, her wiha tiştên di depoyên wan de desteser kirin."

Lîbya

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Lîbyayê de sernavê "Hêzên Hefter bajarê Derna bi temamî xistin dest" avêt. Rojnameyê got ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi fermandariya Hefter duh bajarê Derna bi temamî xist dest."