Kongreya Ciwanên Reqayê dest pê  kir

kongreya damezirîner a Meclîsa Ciwanên Reqayê bi diruşmeya "Ciwan pêşengên guhertinê ya ber bi Sûriyaya pêşerojê ve ne" destpê kir.

Kongreya Ciwanên Reqayê dest pê  kir
29 hezîran, 2018   08:15

REQA

Kongira Ciwanan bi beşdarbûna hezaran ciwanên Reqayê û mêvanan ji bajarên Minbic, Girê Spî, Dêrazor û Hesekê li lîstgeha Firat a li bajarê Reqayê destpê kir. Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm Qeftan  û Hevseroka MSD'ê Ilham Ehmed jî beşdarî kongireyê bûn.

Cihê kongreyê bi wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên"Bi zanisti û rihê ciwanan em ê Sûriya pêşerojê ava bikin, bi tekoşîna jinên ciwan em ê zihniyeta baviksaliyê têk bibin" û "Em ciwanên Reqayê ji bo yekîtiya xaka Sûriyê em hemû pirojeya şehadetê ne" her wiha sembola Meclîsa Sivîla Reqayê û Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk hate dalqandin.

Kongra bi rêzgirtinê destpê kir….

ANHA