Xwendekarên Efrînê di Zanîngeha Rojava de perwerdeya xwe didomînin

Zanîngeha Rojava ya ku hinek xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên ku beşê wan di zanîngehê de heye di nava fakulteyên xwe de bi cih kirin. Ji rêveberên Zanîngeha Rojava Merwa Elyas bang li xwendekarên Efrînê kir û wiha got: “Xwendekarên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ye jî bila serlêdana beşên din bikin, da ku bê xwendin nemînin.”

Xwendekarên Efrînê di Zanîngeha Rojava de perwerdeya xwe didomînin
Xwendekarên Efrînê di Zanîngeha Rojava de perwerdeya xwe didomînin
Xwendekarên Efrînê di Zanîngeha Rojava de perwerdeya xwe didomînin
29 hezîran, 2018   05:48

BÊRÎTAN MEDUSA – HÊVÎDAR HERANÎ / QAMIŞLO

Piştî ku dewleta tirk a dagirker di 20’ê çileyê de êrîşên dagirkerî birin ser Efrînê, gelek malbatên Efrînê ji ber êrîşan derbasî herêma Şehbayê bûn. Hinek malbatên efrînî jî di bajar de man. Ji ber dagirkeriyê, xwendina bi hezaran xwendekarên dibistan, peymangeh û zanîngeha Efrînê di nîviyê de ma. Yek ji van saziyên perwerdeyê jî Zanîngeha Efrînê ye.

Zanîngeha Efrînê, yekem zanîgeh e ku li Rojava di sala 2015’an de hatiye vekirin. Di zanîngehê de 4 fakulte û 6 beş hene. Ev beş tenduristî, wêje, ragihandin, endezyariya çandiniyê, endezyariya mekanîk û beşa aboriyê ne. Bi giştî nêzî 850 xwendekaran lê dixwend.

Li Şehba û Qamişloyê kampanyaya qeydkirinê dest pê kir

Piştî ku Zanîngeha Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat girtin, perwerdeya xwendekarên zanîngehê di nîviyê de ma. Zanîngeha Rojava ya ku li Herêma Cizîrê bajarê Qamişlo hatiye vekirin, ji bo xwedîderketina li xwendekarên Efrînê, kampanyayek di destpêka nîsanê de ji bo wergirtina xwendekarên Zanîngeha Efrînê da destpêkirin. Komîteyeke qeydkirina xwendekaran li Şehbayê û di heman demê de komîteyek jî li Zanîngeha Rojava jî hat avakirin.  

Xwendekarên Efrînê yên ku beşên wan li Zanîngeha Rojava hene, serlêdana Zanîngeha Rojava kir. Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de hat vekirin. Zanîngeha Rojava ji 6 fakulteyan; çandinî, wêjeya kurdî, petrol û petrokîmya (Rimêlan), hunerên bedew, jineolojî û zanistinên perwerdeyê pêk tê. Bi giştî 720 xwendekar li Zanîngeha Rojava dixwînin.

15 xwendekarên Efrînê li fakulteyan bi cih bûn

 Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên Efrînê di fakulteyan cih veqedanin. Di heman demê de cihên mayînê ji bo wan amede kirin. Xwendekarên Efrînê yên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ne, dîsa zivirîn herêma Şehbayê. Xwendekarên ku beşên wan di zanîngehê de heyî niha li Qamişlo dixwînin. Bi giştî 15 xwenekarên Efrînê li Qamişlo dixwînin. Ji 15 kesan 13 xwendekar di Falkulteya Wêjeya Kurdî û 2 xwendekar jî di Fakulteya Endezyariya Çandiniyê de dixwînin.

Endama Rêveberiya Fakulteya Wêjeya Kurdî Merwa Elyas diyar kir ku ew wek rêveberiya Zanîngeha Rojava xemgîn in ku hemû beşên li Zanîngeha Efrînê hebûn, niha di halê hazir de li Zanîngeha Rojava tune ne. Merwa Elyas got ku niha derfetên wan ên vekirina fakulteyên nû tune ye, lê di demên pêş de ew ê hewl bidin fakulteyên nû vekin.

Merwa bang li xwendekarên Efrînê kir ku tu carî hêviya xwe neşikînin û wiha got: “Xwendekarên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ne jî, bila serlêdana beşên din bikin da ku bê xwendin nemînin.”

ANHA