Ayhan Bîlgen: Tirkiye neçar e tercîhên nû bike

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Ayhan Bîlgen diyar kir ku HDP’ê li gel hemû astengiyan benda ji sedî 10 derbas kiriye û got ku encamên hilbijartinan dê hikumeta Tirkiyeyê neçar bike ku têkildarî polîtîkayên xwe yên derve û nemaze Sûriyeyê tercîhên nû bike.

Ayhan Bîlgen: Tirkiye neçar e tercîhên nû bike
29 hezîran, 2018   06:06

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlementerê Qersê Ayhan Bîlgen hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên di 24’ê Hezîranê de Tirkiyeyê pêk hatin, ji ajansa me nirxandin. Bîlgen bal kişand ser arîtmetîka nû ya parlamentoyê û destnîşan kir ku hem Rûsya-Îran hem jî Amerîka-Fransa dê zextê li Tirkiyeyê bikin, ev yek jî dê Tirkiyeyê neçar bihêle di polîtîkayên xwe yên derve de tecîhên nû bike.

Bîlgen bal kişand ser encamên hilbijartinê û rewşa aşkerakirina encaman û diyar kir ku hem di dema xebatên hilbijartinê de, hem jî di roja ku hilbijartin hatin kirin de bêzagoniyên cidî hatin kirin û wiha wiha axivî: “Li aliyekî astengî, li aliye din jî qedexe û derfetên dewletê bi kar anîn. Bi vî awayî mohra xwe li van rêbazên hilbijartinê dan. Mixtar wek rêveberên partiyan dan xebitandin. Bi vê re jî di roja hilbijartinan de hinek mekanîzma hatin avakirin. Çawa ku zû îlan kirin û pêvajoya jimartina dengan ne şefaş bû, di heman demê de ji bawerdariyê  jî dûr bû.” 

‘Hilbijartinên herêmî dê wan neçar bike hin gavan biavêjin’

Bilgen, destnîşan kir ku hilbijartin wek amûra derbaskirina xitimandina siyasî hat dîtin û bi armanca bawerî nûkirinê, bi taybet jî  vekirina rûpelek nû ji bo têkiliyên ji derve re hat kirin û da zanîn ku bi hilbijartinek ewlehî û guherîna polîtîkayên bingehîn re mimkun bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku pêvajoya pêşiya me ya ji bo hilbijartinên herêmî neçar bike ku hinek gav bên avêtin. Ji ber arîtmetîka (Parvekirin) meclisê, dê têkiliyên bi MHP’ê re diyarker bin.”

Bîlgen bandora carek din desteserkirina desthilatdariyê ya Erdogan li ser siyaseta ji derveyî Tirkiyeyê wiha nirxand: “Eger di polîtîkayên derve yên niha de israr bikin, di polîtîkaya hundirîn de saxberî bi pêş nakeve. Bi taybet jî di polîtîkaya Sûriyeyê de helwest guherîn bûye neçarî. Hem Rûsya-Îran hem jî DYA-Fransa dê di hêviyên xwe de israr bikin. Tirkiye neçar e tercîhên tekez bike.”

‘Li rexmî hemû astengiyan, derbaskirina bendê destkeftiyeke mezin e’

Bîlgen derbaskirina benda ji sedî 10 û bidestxistina 67 parlamenterên HDP’ê ya meclisê nirxand. Bîlgen diyar kir ku derbaskirina bendê bûye rojeva civaka muxalîf bi giştî û gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Hewlên AKP’ê yên ji bo derbaskirina bendê, hesasiyeta civaka muxalîf bi hêz kir. Li rexmî hemû astengiyan derbaskirina benda ji sedî 10 destkeftiyeke mezin e.”

‘Di civakê de seferberiyeke birêxistinkirinê derket holê’

Bîlgen da zanîn ku derbaskirina bendê ji aliyê têkoşîna demokrasiyê ve qezenckirineke girîng e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “ Bi vê re muxalefeteke xurt ne tenê li meclis û hevkariya hilbijartinên herêmî, her wiha derfeteke muxalefetê li hemû qadên civakî da qezenckirin. Mayîndekirina hevkariya li ser sindoqan û bihêzkirina hêviya guherîna civakê divê bibe rojeveke girîng. Divê ev rewşa yekbûna civakê ji bo hesabên kesî neyên ziyankirin. Hişmendiyeke nû ya siyasî ya civakî bi seferberiyê hat birêxistinkirin. Vê birêxistinkirinê zemîneke dîrokî da avakirin. Rexnedayînek bihêz dê bingehekê ji bo nedubarenekirina şaşiyên berê bide avakirin.”

ANHA