Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê

Şervanê QSD'ê Ehmed Mihêmîd û yê Erka Xweparastinê Muhened El-Esman ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
Cenazeyên têkoşer Ehmed û Muhened spartin axê
28 hezîran, 2018   18:27

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundê El-Hisan ê dikeve rojhilatê Dêrazorê ji bo oxirkirina cenazeyên herdu şehîdan li herêma El-Bisêra kom bûn. Piştî wergirtina cenazeyên ku bi wêne û çîçekan hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Kerwanê oxirkirinê ji goristanê Şehîd Hanî El-Hesen a li gundê Sebhayê ve ji aliyê dehan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Merasîmê oxirkirinê, bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve dest pê kir.

Li ser navê QSD'ê Fermandar Casim Hesekê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza mezinkirina têkoşînê da.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Semah El-Seyid axivî û ev tişt anî ziman, "Em soz didin şehîdên xwe yên ji bo azadiya gelan û belavkirina demokrasî û biratiya gelan bedelên giranbuha dane ku em ê xeta wan berdewam bikin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin."

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Xalid El-Ewed wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan xwend û da malbatên wan.

Şervanan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin û di nava dirûşme û tilîliyan spartin axê.

(bb)

ANHA