Ji bo berpirsyariyên mezin rojaneya zarokekî

Zarokê bi navê Hisên Ebdullah ê 13 salî ji ber êrîşên balafiran û hilweşandina bajarê Helebê neçarî koçberiyê bû û di kampeke koçberiyê ya li Bakurê Sûriyeyê de bi cih bûye û niha xwarin û şîraniyên ku koçberekî dane wî difiroşe û pê debara malbata xwe dike.

Ji bo berpirsyariyên mezin rojaneya zarokekî
Ji bo berpirsyariyên mezin rojaneya zarokekî
28 hezîran, 2018   07:50

SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Zarokê bi navê Hisên Ebdullah bi temenê xwe 13 salî ye û ji bajarê Helebê li rex malbata xwe koçberî kampa Eyn Îsa ya Bakurê Helebê bûye, nemaze piştî ku mala wan li Helebê di encama êrîşên balafiran de hate hilweşandin. Hisên du birayên wî yên jê biçûktir jî hene. Piştî ku malbat koçberî bajarê Minbicê bû, beriya bêtirî salekê bavê zarokan di encama parçeyekî topa çeteyên DAIŞ'ê de birîndar û astengdar dibe.

Êşa malbata Hisên li rex paşguhkirina rêxistinên mirovahî ji rewşên koçberan re, ku divê wekî hemû zarokan cihê xwe di dibistanekê de bigire, ji ber berpirsyariya wî ya mezin neçar ma ji dibistana xwe dûr bikeve.

Piştî ku malbat gihaşt kampa Eyn Îsa, Hisên di xwaringeheke navçeya Eyn Îsa de xebitî û piştre di kampê de cihekî xwe peyda kir û niha tê de xwarin û şîraniyên zarokan difiroşe.

Hisên El-Ebdullah diyar dike ew rojane nêzî 500 lîreyên Sûriyeyê qezenc dike û pêdiviyên malbata xwe pê dikire.

Hisên diyar kir ku piştî ku mala wan a Helebê hilweşiya û ew neçarî koçberiyê bûn, ew neçar ma dest ji xwendina xwe berde da ku bikare debara malbata xwe peyda bike.

Hisên bang li rêxistinên mirovavî kir ku zarokan biparêzin û alîkariyê bi malbatên wan re bikin.

ANHA