Şandeya Kongreya Star gera xwe ya Başûr didomîne

Hevserokê Eniya Gel a Demokratîk li Başûrê Kurdistanê diyar kir ku pêwîst e jinên Rojava tecrubeyên xwe yên têkoşînê bi jinên cîhanê re parve bikin.

Şandeya Kongreya Star gera xwe ya Başûr didomîne
Şandeya Kongreya Star gera xwe ya Başûr didomîne
Şandeya Kongreya Star gera xwe ya Başûr didomîne
28 hezîran, 2018   07:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Kongreya Star ku serdana başûrê Kurdistanê dike, ger û serdanên xwe ji rêxistin û saziyên jinan re berdewam dike. Şandeyê serdana Navenda Eniya Gel a Demokratîk a li bajarê Silêmaniyê kir û bi hevseroka wê Şêrîn Murad re civiya.

Şandeya Kongreya Star ji endama Komîteya Perwerdeyê Rîhan Qalo, endama Komîteya Dîplomasî li Efrînê Fatme Lekto û endama Komîteya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk Zehra Aldar pêk dihat.

Di serdanê de şandeyê behsa serkeftinên jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir, nemaze avakirina sîstemeke rêveberiyê ya hevbeş û beşdarkirina jinan di hemû aliyên jiyanê de.

Şandeyê her wiha behsa destdirêjiyên artêşa tirk a dagirker der heqê welatiyên Efrînê de kir û bi taybet jinên Efrînê. Her wiha dane zanîn ku dewleta tirk malbatên komên çete yên girêdayî wê li seranserî Efrînê bi cih dike û siyaseta xwe ya guhertina demografîk li Efrînê berdewam dike.

Şandeyê diyar kir ku pêwîst e rêxistinên jinan ên Kurdistanê û cîhanê bi rol û erka xwe li hemberî jinên Efrînê rabin û rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin.

Li aliyê din hevseroka Eniya Gel a Demokratîk serbilindiya xwe bi serkeftinên jinên kurd ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê anî ziman û diyar kir ku pêwîst e alîkariya projeya jinên Rojava were kirin û pêwîst e jinên Rojava jî tecrubeyên xwe yên têkoşînê bi hemû jinên cîhanê re parve bikin.

ANHA