Li Reqayê Yekitiya Jinên Ciwan ava dibe

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakurê Sûriyeyê bi armanca avakirina Yekitiya Jinên Ciwan li Reqa û gundewarên wê civînek ji jinên ciwan ên bajar re li dar xist.

Li Reqayê Yekitiya Jinên Ciwan ava dibe
Li Reqayê Yekitiya Jinên Ciwan ava dibe
28 hezîran, 2018   08:03

REQA

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakurê Sûriyeyê bi armanca hilbijartina jinan ji bo avakirina Yekitiya Jinên Ciwan li Reqa û gundewarên wê û bi dirûşma "Bi tekoşîna jinan em ê zîhniyeta koledarî hilweşînin" civînek li dar xist.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakurê Sûriyeyê, jinên Meclisên Herêmî ên Reqayê, Meclisa Jinên Sûriyeyê ya bajarê Reqayê û gundewarên wê û jinên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî herêma Firatê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bakurê Sûriyeyê Medya Mihemed axivî û xêrhatina beşdaran kir. Medya di axaftina xwe de rewşa siyasî ya herêmê nirxand û diyar kir ku li hemberî êrîşên dewletên dixwazin deskeftiyên ku bi saya şehîdan bi dest ketine binpê bikin, rola jinan mezin e.

Medya destnîşan kir ku jinên Bakurê Sûriyeyê ji ber sîstemên desthilatdar ku her tişt xistiye ber xizmeta mêran, gelek êş kişand ku pêwîst e karê malê bike û bi taybet jinên bajarê Reqayê ku ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê gelek êş û zilm dît û ji gelek mafên xwe mehrûm man.

Der barê avakirina yekitiyê de ku wê di demên pêş de were avakirin, Medya ev tişt anî ziman: "Ev yekitî tenê ji bo jinên ciwan e. Wê komîteyên mîna çand û huner, siyasî, ragihandin, werzîş û perwerde dê werin avakirin."

Paşê deriyê hilbijartinê hate vekirin. 20 jin wek endam ji yekitiyê re hatin hilbijartin. Di demên pêş de wê endamên yekitiyê werin diyarkirin.

Di dawiyê de senevîzyon li ser tundiya li ser jinan di dema ku bajarê Reqayê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû û li ser rol û girîngiya jinan di civakê de hatin pêşandan.

(bx/ew)

ANHA