Meclisa El-Mehmûdlî hewl dide bi sedan daran biparêze

Buroya Çandiniyê a girêdayî Meclisa El-Mehmûdlî ya rojavayê herêma Tebqayê hewl dide bi sedan daran ji hişkbûnê biparêze.

Meclisa El-Mehmûdlî hewl dide bi sedan daran biparêze
Meclisa El-Mehmûdlî hewl dide bi sedan daran biparêze
28 hezîran, 2018   06:05

TEBQA

Bêtirî 400 darên zeytûnan ên bajarokê El-Mehmûdlî ya girêdayî Tebqayê ji serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ve hatine paşguhkirin. Nemaze di serdema çeteyên DAIŞ'ê de avdana van daran hatibû qedexekirin û çeteyan gelek ji van daran birîn.

Ev dar li ser rûpîvaneke bi qasî 12 doniman li rojavayê Tebqayê hatine çandin. Bi armanca parastina van daran ji hişkbûnê, Buroya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa El-Mehmûdlî dê bûdeka van daran bike û av bide.

Girêdayî mijarê endamê Rêveberiya Buroya Çandiniyê Elî Mihemed wiha got: "Ev baxçeyê darên zeytûnan di van salên borî de hatibû paşguhkirin. Bi armanca vejandina vî baxçeyî em ê van daran ji hişkbûnê biparêzin."

ANHA