Di rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser tevgera dîplomasî û leşkerî ya li derbarê başûrê Sûriyayê, hişyariyên navdewletî yên derbarê aloziya bi Sûriyê re û xebatên siyasî li Iraqê.

Di rojnameyên ereban de îro
28 hezîran, 2018   07:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê jî aloziya Sûriyê wekî mijara serek egirt dest û derbarê mijarê de gelek nivîş û nûçeyên cûrbecûr weşandin. Rojnameyan her wiha rewşa li Yemen, Iraq û Îranê jî wekî rojevên sereke girtin dest.

Sûriyê

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên vê sibê de jî rewşa li Sûriyê werkî mijareke serke girtin dest. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Topbarana dijwar li ser Dera…Nexweşxaneyên bajar herêmên ji xizmetê derketin" Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku sê nexweşxaneyên Dera duh piştî nîvê şevê sê nexweşxane ji ber bombebaran û topbarnê ji xizmetê derketin. Hêzên rêjîma Sûriyê ji beriya çend rojan ve bargehên çekdarên opozisyonê yên li Derayê bombebaran û topbaran dike."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî da zanîn ku hêzên rêjîmê ji 19'ê hizêranê ve hemleya leşkerî li parêzgeha Deraayê daye destpêkirinû di nava çend rojan de li rojhilatê Deraa pêşketine berbiçav bidest xistiye.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê hebûna Îranê ya li Sûriyê sernavê "Rêveberiya Amarîka dê vekişîna Îranê bi temamî ji Sûriyê re nîqaş bike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di dema ku hêzên rêjîmê û Rûsiya li Başûrê Sûriyê êrîşên xwe dijwar dikin, Neteweyên Yekbûyî hişyarî didin ku li Dera jî werkî rewşa rojhilatê Helebê û Xûta pêk neyê û wiha dom kir: "Dîplomasiyek Rojavayî diyar kir ku li gorî siyaseta Amarîka ya nû pêwîst dike ku Îran bi temamî ji Sûriyê vekşîne û da diyarkirin ku Amarîka qebûl dike ku demek din jî Beşar Esed li ser desthildariyê bimîne û çira kesik jê re vekiriye ku tevahî herêmên Sûriyê y ên di bin destê opozisyonê de maya paş de vegerîne. Beranberî vê yekê jî hêzên rojavayî bi serketin ku briyara qedexekirina çekên kîmyawî bikar bînin."

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "NY: Şerê başûrê Sûriyê aloziya bi Israîlê re zêde dike avêt" Rojn ameyê di nivîsa xwe de got ku tundî û dijwariya li başûr-rojavayê Sûriyê aloziya bi Israîlê zêde dike û got ku rewşa li wir tam dişibihe rewşa Xûta Rojhilat û Helebê."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa li Sûriyê sernavê "400 koçberên Sûriyê îro ji Qelemûna rojava derketin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku tedbîrên ewlekariyê yên Sûriyê li ser sînor hejmara koçberên ku vê sibehê ji bajaroka Ersal a li ser sînorê Sûriyê û rojhilatê Lubanê derkevin kêm kirin û wiha dom kir: "Beriya niha hejmara koçberan dighişt 3 hezar kesî. Ev ji ber ku hêzên rêjîmê qebûl nekir destûrê bide wan ku derbasî aliyê din ê sînor bibin."

Îraq

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Muqteda El-Sedir di şeklî de Tevgera Milîsên Seraya El-Selam sînordar kir". Rojnameyê diyar kir ku oldarê Şîayî yê Îraqê Muqteda El-Sedir bi awayekî demkî xebatên milîsên çekdar ên girêdayî wî cemidandin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku şepêla El-Sedir komeke durişme û rêgezan bilind dike ku dibêje dê di beşdarbûna şepêla wî ya desthilatdariyê de pêk bîne. Di nava wê de birêxistinkirina tevgera milîsên çekdar ên li welat û sînordarkirina çekan tenê di destên dewletê de.

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "pêşbirkiya 'guhertinên' qanûna hilbijartinan di parlemana Îraqê de". rojnameyê diyar kir ku nêzî 170 parlemanterên Îraqê ji bo erêkirina guhertinên nû di qanûna hilbijartinan de di nava pêşbirkiyê de ne. Li gorî vê guhertinê veqetandina dengan dê ji nû ve pêk were û dê dewreya parlemanê ya niha dirêjtir bike. Li gel vê yekê serokê şepêla El-Sedir Muqteda El-Sedir "Seraya El-Selam" cemidandin.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hadî ji Griffith re: Dema înîsyatîfa bendera El-Hudeyda derbas bûye". Rojnameyê diyar kir ku serokê Yemenê Ebdrebo Mensûr Hadî di hevdîtina xwe ya bi şandeyên navnetewî Martin Griffith re bang li Hosiyan kir ku ji parêzgeha El-Hudeyda vekişin. Çavdêran jî ev gav weke bersiveke zelal ji hikûmeta Yemenê ya naskirina înîsyatîfa Griffith e da ku bendera El-Hudeyda bikeve bin çavdêriya navnetewî".

Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî çavkaniyên Yemenê şandeyê navnetewî li hemberî bersiva Hadî matmayî maye û vê yekê hişt ku ji Edenê derbikeve bêyî ku ti pêşketinekê bi dest xwe ve bîne. Her wiha diyar kirine ku Hadî ji Griffith re gotiye ku radestkirina bendera El-Hudeyda ji Netewên Yekbûyî re dibe ku beriya çend mehan pêk bihatiba, lê niha mijar hatiye guhertin piştî ku çalakiya leşkerî hatiye destpêkirin û da zanîn ku hikûmetê û hevkarên xwe dawî li hemû rêbazên çareseriya dîplomasî anîne.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filestînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebas ji Wîlyam re: em di pêkanîna aştiyê de ciddî ne". Rojnameyê diyar kir ku serokê Filestînê Mehmûd Ebas gotiye ku ew di pêkanîna aştiyê bi Îsraîlê re ciddî ne da ku herdu dewlet bi aramî li rex hevûdu jiyan bikin, ango li gorî sînorên 4'ê Hizêrana 1967'an. Ebas di hevdîtina xwe bi Emîrê Birêtaniyayê Wîlyam re li navenda serokatiyê ya Ramellah wiha gotiye: "Em dixwazin aştiyê bi riya danûstandinan pêk bînin. Ev helwesta me nehatiye guhertin."

Aloziya Îranê

Girêdayî alozî û xwepêşandanên Îranê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Waşintonê biryar girt ku derçûnên petrola Îranê bi temamî bifetisîne". Rojnameyê diyar kir ku ti nerazîbûn ji aliyê dewletên dijberiya cezayên Amarîka dikin nehatiye nîşandan, piştî ku Waşintonê ragihand ku kirîna petrola Îranê efû nake.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Rayedarekî paya bilind a Wezareta Karên Derve ya Amarîka gotiye ku welatê wî hemû dewlet agahdar kirine ku derhatinên xwe ji petorla Îranê bi temamî rawestînin. Rêveberiya Trump bi riya vê helwesta xwe hewl dide fînanseyê ji ser Tehranê bibire. Çavdêran diyar kirin ku hemû şîrketên petorlê û şîrketên veguhestinê serê xwe ji cezayên Amarîka re tewandine.

Civîna Trump û Pûtin

Girêdayî lûtkeya bendewar a di navbera Trump û Pûtîn de rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Dosyeyên 'mezin' di lûtkeya Trump û Pûtîn de hene; normalîzekirina dijwar û aloziyên herêmî". Rojnameyê diyar kir ku Koçka Spî û Kirêmlên ji bo lidarxistina lûtkeyeke di navbera herdu serokan Donald Trump û Viladîmêr Pûtîn de lihevkirine. Dibe ku lûtke di nîvê meha bê de li Ewropa pêk were.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku dibe lûtke hêrsekê li ba hevkarên Amarîka ku dixwazin Pûtîn tecrîd bikin, pêk bîne, weke Birêtaniyayê, yan jî yên li hemberî helwesta Trump a girêdayî Rûsyayê bi guman in. Her wiha dibe ku rexnekarên serokê Amarîka li Amarîka û derveyî Amarîka bi hêrs bike ku girêdayî karûbarên erkdariya wî di NATO'yê de pirsên xwe tînin ziman û ji normalîzekirina têkliyan bi Moskoyê re ditirsin.