Ji bo xwedîkirina masiyan projeyeke nû

Buroya Kooperatîfan hewl dide projeyeke xwedîkirina masiyan pêk bîne da ku pêdiviyên welatiyan a goştê masiyan peyda bike.

Ji bo xwedîkirina masiyan projeyeke nû
28 hezîran, 2018   06:04

TEBQA

Buroya Kooperatîfan dest bi projeya xwe ya xwedîkirina masiyan kir û ev nêzî mehekê ye mijarê lêkolîn dike. Di lêkolînê de qezencên aborî hatin diyarkirin, nemaze proje bi sponsoriya Desteya Aborî ya Herêma Tebqayê û bi beşdarbûna welatiyan pêk tê.

Kooperatîfê dest bi paqijkirina golên masiyan kir û dê masiyên karp tê de bêne xwedîkirin. Golên masiyan ji du beşan pêk tên û her yek ji wan ji 10 xefikên xwedîkirinê pêk tên. Di her goleke masiyan de ji 2 heta 5 ton masî tên xwedîkirin.

Bi rêya van kooperatîfên xwedîkirina masiyan, gelek derfetên kar ji welatiyên herêmê re tên peydakirin, her wiha pêdiviya welatiyan a goştê masiyan tê peydakirin.

ANHA