'Li dijî paşverûtiyê ez beşdarî xebatên xwebirêxistinkirinê bûm'

Li dijî hin pîvanên civakê yên paşverû ku hebûna jinan înkar dikin, jineke ciwan a ji pêkhateya ereb serî hilda û beşdarî nava xebatên ciwanan bû û xwe bi rêxistin kir.

'Li dijî paşverûtiyê ez beşdarî xebatên xwebirêxistinkirinê bûm'
28 hezîran, 2018   05:36

EHMED REŞÎD – ROZANA DEDO/HELEB

Jina ciwan a bi navê Fatme Qonyeklî 23 salî ye û ji pêkhateya ereb e. Fatme xwendekara Fakûlteya Perwredehiyê ya zanîngeha Helebê ye. Di nava civakeke paşverû de mezin dibe ku jiyana wê dorpêç kiriye. Fatme dibêje ku dema ku ew dixwazin nêrîneke xwe bidin, divê hezar carî bifikirin.

Piştî ku çeteyên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê taxên rojhilatê bajarê Helebê dagir kirin, rewşa jinan li van taxan kambax bû û di bin perwerdeya olî de qanûn û pîvanên xwe danîn ku hebûna jinan di civakê de tune dike. Di encamê de Fatme û malbata xwe neçar dimînin ku ber bi taxa Şêxmeqsûd ve koçber bibin.

Li taxa Şêxmeqsûd Fatme bala xwe dide ser çalakiyên saziyên taxê û fikrên neteweya demokratîk û bi taybet xebatên jinên ciwan û weqfên jinan ku hebûn û beşdarbûna jinan di hemû aliyên jiyanê de esas digirin û bi rengên pêkhate û çandên cuda hatine xemilandin. Fatme dibêje ku ev diyarde di civaka wê de tune ye, ji ber vê yekê wê rêya azadiya xwe di nava xebatên van saziyên Şêxmeqsûd de dîtiye.

Di destpêkê de Fatme rastî astengiya razîkirina malbata xwe ya ji bo beşdariya wê di van çalakiyan de hat, lê di dawiyê de karibû malbata xwe birazîkirin bide û vê yekê hişt ku kesayeta wê xurttir bibe. Her wiha bi roleke sereke di birêvebirina civaka xwe de rabû û di dawiyê de jî malbata wê ev gava keça xwe silav kirin.

Fatme Qonyeklî cihê xwe di nava xebatên jinên ciwan de wek endamê rêveberiya Yekitiya Ciwanan a taxa Şêxmeqsûd digire û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide hişmendiyê di nava ciwanan de belav bike. Fatme dibîne ku birêxistinkirina civanan û xebatên wan ên komînal riya tekane ya ber bi civakeke saxlem ve ye ku tu carî nîjadperestî û zayendperestî tê de tune be.

Rêgezên jiyana hevbeş

Fatme Qonyeklî diyar kir ku piştî ku wê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan nas kir. Her wiha têgehên jiyana hevbeş di nava civak û malbatê de nas kirin, bêtir bi jiyanê ve hate girêdan û rastiya jiyana civakî nas kiriye û dê çawa bikaribe civaka xwe ji paşverûtiyê biparêze.

Di vê derbarê de Fatme wiha dibêje: "Beriya ku ez beşdarî nava xebatên ciwanan bibim, min tu wate nedida van xebatan, lê rihê hevaltiyê û xebatên komînal di navbera ciwanan de hişt ku ez bêtir ber bi wan ve bême kişandin û ez rastiya jiyana hevbeş nas bikim û ji bo min ev rêgezeke nû bû."

Fatme di berdewama axaftina xwe de got ku hebûna wê di nava xebatên Yekitiya Ciwanên Rojava de armanc jê ew e ku ciwanên hemû beşên civakê xwe birêxistin bikin û ber bi serkeftinên mezintir ve biçin û wiha domand: "Em gelek semîner û perwerdeyan li dar dixînin da ku beşdarî xizmeta civakê bidin. Piştî ku ez beşdarî van perwerdeyan bûm min rastiya xwebirêxistinkirinê nas kir."

Endama Rêveberiya Yekitiya Ciwanên Rojava li taxa Şêxmeqsûd Fatme Qonyeklî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên pêşxistina civaka xwe bibin û ji bo avakirina civakeke exlaqî hişmendiya xwe bi pêş bixin.

ANHA