Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê didomin

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina xetên kanalîzasyona bajêr ku ji ber şerên ku li herêmê rûda ne zirar dîtiye, kir.

Xebatên Şaredariya Gel a Reqayê didomin
26 hezîran, 2018   15:19

REQA

Komîteya Xizmetguzariyê ya bajarê Reqayê bi hevkariya rêxistina BIOMANT dest bi xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyona taxên bajêr kir.

Piştî şaredarî xebatên sererastkirina xeta kanalîzasyonê ya sereke ya kolana El-Mensûra li ber mûzeyê ku bi bihaya 1 milyonek lîre di nav 20 rojan bi dawî kir, dest bi sererastkirina xetên kanalîzasyona taxa El-Mişlib li ber navenda Bijîşkên bê sînor kir.

Dirêjahiya xeta kanalîzasyona taxa El-Mişlib 1 hezar û 550 m ye û firehiya boriyên xetê 40-50 mm ne.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrahîm diyar kir ku şaredarî bi koordîneya komîteya ji nûveavakirinê dê xebatên sererastkirina bidomînin.

(şx)

ANHA