Çeteyên Tirkiyê li Şiyê mala welatiyekî şewitandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Ketîbeya El-Sultan Silêman Şah agir berdane mala Muhemed Şindî û mal bi temamî şewitî ye.

Çeteyên Tirkiyê li Şiyê mala welatiyekî şewitandin
26 hezîran, 2018   15:58

EFRÎN

Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gelê Efrînê her ku diçe zêdetir dibin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gel dizî, talan, revandin, kuştin, girtinê niha destbi şewtandina mala welatiyên Efrînê kirine.

Roja 26`ê hezîranê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker Ketîbeya El-Sultan Silêman Şah li navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê girtine ser mala welatiyê bi navê Mihemed Şindî. Malbata Mihemed Şindî derketiye ji derveyî Efrînê û ew tenê li malê ye. Çete piştî ku mala wî talan dikin, agir berdidin mala wî û mal bi temamî dişewitê.

(np)

ANHA