Buroyên perwerdê xwe ji bo sala perwerdê ya nû amade dikin

MSD'ê ji bo nirxandina xebatên Buroyên perwedê civînek li dar xist.

Buroyên perwerdê xwe ji bo sala perwerdê ya nû amade dikin
26 hezîran, 2018   14:50

GIRÊ SPÎ

Civîn li navenda MSD'ê ya navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî hat li darxistin.

Hevserokên Buroya Perwerdê ya MSD'ê Receb El-Mişref, Nesrîn Doko û Hevserokên buroyên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê tevlî civînê bûn.

Di civînê de raporên buroyan yên mehane hatin nirxandin û beşdarvanên civînê ji bo sala perwerde ya nû pêşniyarên xwe kirin.

Di hevdîtinekê li gel ANHA'ê Hevseroka Buroya Perwerdê ya MSD'ê Nesrîn Doko derbarê civînê de wiha got:" Me sala par dibistan bi awayekî awarte û bê amadekarî vekirin. Lê îsal emê pişnyarên civînê bigirin û ji bo peydekirina meteryalan û hemû pêdiviyên dibistanan dê bixebitin".

Hêjayî gotinê ye ku hemû komîteyên perwerdê, mamosteyan di perwerdeya havînê re derbas dikin.

(şx)

ANHA