Li herêma Minbicê şaredariyeke nû hate vekirin

Komîteya Şaredariyan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li navçeya El-Heye ya li rojhilatê bajarê Minbicê şaredariyeke nû damezirand.

Li herêma Minbicê şaredariyeke nû hate vekirin
26 hezîran, 2018   13:10

MINBIC

Di çarçoveya berfirehkirina karê şaredariyan de, Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Minbicê li navçeya El-Heya ku dikeve rojhilatê bajêr, bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ên Minbicê şaredariya navçeyê vekir.

Di merasîma vekirina şaredariyê de gelek axaftin li ser navê Komîteya Şaredariyan û Rêveberiya Sivîl, Komîteya Jinan, Komîteya Karên Olan hatin pêşkêşkirin. Di axaftinan de vekirina şaredariyê hate pîrozkirin û hate gotin ku ew bi hêvî ne ku asta pêşketina xizmetê were bilindkirin.

Merasîm bi vekirina deriyê şaredariyê ji aliyê rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Fatima Elî ve bi dawî bû.

(cu/ew)

ANHA