NY`yê: 45 hezar kes ji başûrê Sûriyê ji ber şer koçber bûne

NY`yê îro destnîşan kir ku nêzî 45 hezar kes ji başûrê Sûriyê ji ber şer ber bi sînorê Urdunê ve reviyane.

NY`yê: 45 hezar kes ji başûrê Sûriyê ji ber şer koçber bûne
26 hezîran, 2018   13:28

NAVENDA NÛÇEYAN

NY`yê îro destnîşan kir ku nêzî 45 hezar kesî ji parêzgeha Derayê ya başûr rojavayê Sûriyê ber bi sînorê Urdunê ve reviyan e.

Li gorî Reuters li ser navê Berdevkê Buroya NY`yê bi hevkariya Karûbarê mirovahî Lins Layrke diyar kir ku di nava wan de zarok birîndar bûn û hindek ji wan jî hatin kuştin. Her wiha hate destnîşankirin ku nexweşxane ji ber derbeyeke hewayî karê xwe sekinand.

Her wiha Berdevka bi navê WFP ya girêdayî rêxistina navdewletî Btina Losher ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku ew texmîn dikin ku ji ber êrîşan hejmara koçberan zêde bibe.

Operasyonên leşkerî û topbarana bê ser û ber ji destpêka hemleya li dijî hêzên Rêjîmê li gundewarên bakur û bakur rojhilatê Derayê zêde bûne.

(bx)