Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên di 17'ê Hezîranê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di şer de şehîd bûne, eşkere kir.

Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 5 şehîdên HPG'ê hate eşkerekirin
26 hezîran, 2018   07:58

 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand û got: "Li dijî êrîşên deshilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li hemberî gelê Kurd, gerîlayên Kurdistanê bi rengekî bêhempa têdikoşin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Faşîzmê van sê salên dawî bi teknîka xwe ya herî pêşketî dest bi êrîşan kir û dixwaz in gerîla biqedîn in. Berxwedana gel û gerîlayên Kurdistanê pêşî li van polîtîkayên dijmin girt. Artêşa TC a ku li pêşberî gerîla bêçare maye, dîn û har bûye, bi balafirên şer û teknîka giran hewl dide encamê bigire. Yek ji van êrîşan jî 17'ê Hezîranê li qada Govendê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate kirin. Di encama van êrîşa de 5 gerîlayên me şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wihane:

Nasnav: Çavreş Amed
Nav paşnav: Xebat Açikgoz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Makbûle-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2018'an / Colemêrg

***

Nasnav: Delîl Yildiz
Nav paşnav: Vedat Îşleyen
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sitî-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2018'an / Colemêrg

Nasnav: Sara Star Serhat
Nav paşnav: Leyla Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hazal-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2018'an / Colemêrg

***

Nasnav: Welat Şemzînan
Nav paşnav: Fîkret Caglil
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Kiymet-Tacdîn
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2018'an / Colemêrg

***

Nasnav: Zerdeşt Giravî
Nav paşnav: Diyadîn Gul
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hazal-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2018'an / Colemêrg