Ramî Ebdulrehman: Çalakiyên li başûr bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê pêk tên

Midurê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman diyar kir çalakiyên li başûrê Sûriyeyê bi tifaqeke navdewletî di navbera Rûsya, Amerîka û rejîma Sûriyeyê de pêk hat.

Ramî Ebdulrehman: Çalakiyên li başûr bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê pêk tên
26 hezîran, 2018   08:27

RÊNAS REMO / NAVENDA NÛÇEYAN

Midurê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman der barê pêşketinên siyasî û leşkerî li başûrê Sûriyê de bi taybet parêzeha Derayê, diyar kir ku Rûsya pêşnûmeya mayîna hêzên opozîsyonê û polîsên leşkerî yên rûs wekî hêzên ji bo parastina herêmên girtine, her wiha pêşnûmaya bicihkirina hêzên rejîmê li ser sînor Colan û Urdinê pêşkêş kir û da zanîn ku opozisyon ev yek red kir û li ser vê yekê rêjîmê çalakiyên xwe yên leşkerî êrîşên hawayî dijwar kir.

Ramî Ebdulrehman ji ajansa me re ragihand ku di du rojên derbasbûyî de êrîşên herî dijwar li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyeyê rûda û got ku 130 êrîşên hawayî hatin kirin, hejmara kuştiyan ji destpêka êrîşan derketin 70’yî.

Ebdulrehman, her wiha da xuyakirin ku hêzên rejîmê li herêma El-Lucah pêşketin qezenckirin û bajaroka Nahta, Milêhaya rojhilat û Beser El-Herîr bomebeberan kirin.

Ramî Ebdulrehman, destnîşan kir ku li Beser El-Herîr şer di navbera hêzên rejîmê û alîgirên wê yên ji aliyekî ve û komê îslamîst ji aliyekî din ve rûdide, di heman demê de herêm têne bombebarankirin.

(bb)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>