Di rojnameyên erebî de îro behsa çi tê kirin?

Êdî komên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê bi du vebijêrkan re rû bi rû ne. Yan dê şer berdewam bikin an jî dê xwe radestî rejîmê bikin, dest ji çekan berdin û berê xwe bidin Idlibê. Şandeya Navneteweyî jî civînên xwe bi dewletên têkildarî karûbarên Sûriyeyê re berdewam dike û komîteya destûrî gotûbêj dike. Li Iraqê sunnî hewl didin yekitiya xwe ava bikin da ku bibin xwedî yek helwest. Hilbijartinên Tirkiyeyê jî welat parçe kir û ji ber Erdogan heman alozî dê berdewam bikin.

Di rojnameyên erebî de îro behsa çi tê kirin?
26 hezîran, 2018   07:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa dijwarbûna leşkerî li başûrê Sûriyeyê û rewşa li beyara Sûriyeyê kirin. Her wiha behsa hevbendiyên li Iraqê û hewldana sunniyan ji bo yekitiya xwe kirin. Rojnameyan her wiha behsa avakirina hikumeta Lubnanê û lawazbûna atmosfera erênî li derdora wê kirin. Rojnameyan bal kişand ser xwepêşandanên li Îranê û encamên ji ber hilbijartinên Tirkiyeyê û behsa gelek mijarên din ên herêmê kir.

Çekdarên li başûrê Sûriyeyê: Yan şer an teslîmkarî û çûndina ber bi Idlibê ve

Girêdayî mijara Sûriyeyê, rojnameyan behsa rewşa li başûrê welat kir. Rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Kuştin, koçberî û hilweşandin li Deraa û hişyariyên 'şewitandina erdê' di bin sîwana Rûsyayê de". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Êrîşên ezmanî yên rejîma Sûriyeyê û balafirên Rûsyayê li dijî Deraa... Sivîl ber bi gundewaran ve direvin". Rojnameya El-Quds El-Erebî jî sernavekî xwe wiha nîşan da: "Êrîşên ezmanî yên li dijî Deraa û hêzên rejîmê hewl dide herêmên di bin serweriya opozîsyonê de ji hev cuda bike".

Rojnameya El-Erebî jî behsa heman mijarê kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Opozîsyona Sûriyeyê li başûr di navbera teslîmkariya lihevhatina Rûsya û şerê heta dawî de rû bi rû ye". Rojnameyê diyar kir ku tabûrên opozîsyona Sûriyeyê li başûr di rewşeke dijwar de ne, bi taybet piştî ku eniya alîgiran lawaz ket û Amerîka li hemberî çalakiya leşkerî ya rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê helwesta xwe wek bêalîbûn nîşan da.

Rojameyê di nivîsa xwe de wiha anî ziman: "Çavdêr li hemberî hêza tabûran di şerkirinê de di vê dema niha de bi guman in û çareya herî pêkan ew e ku lihevhatina Rûsî erê bikin an jî teslîmkarî dê li ser wan were ferzkirin û ber bi parêzgeha Idlibê ve bêne şandin. Çavdêran diyar kir ku hê jî gelek tabûr bi israr şer dixwazin û çareseriyên derxistina wan ji herêmê qebûl nakin. Bi taybet êdî Idlib jî bi tabûran dagirtî ye û li benda çarenûseke ne diyar e".

De Mistura ji bo gotûbêjkirina komîteya destûrî bi koma 6 re dicive

Di çarçoveya hevdîtinên şandeya navneteweyî ji bo Sûriyeyê Steffan de Mistura de yên bi dewletên têkildarî karûbarên Sûriyeyê re, da ku komîteya destûrî ya Sûriyeyê ku di encama Civîna Soçî de pêk, hatiye gotûbêjbikin. Girêdayî mijarê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Neteweyên Yekbûyî rêbazên avakirina komîteya destûrî li Sûriyeyê gotûbêj dike". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "De Mistura li Cenevreyê bi koma 6 re dicive".

Rojnameyê diyar kir ku rayedarên mezin ên Fransa, Almanya, Urdin, Brîtanya, Amerîka û Siûdiyê hevdîtin der barê rêbaza avakirina komîteya destûrî li Sûriyeyê de pêk anîne. Rojnameyê diyar kir ku Steffan de Mistura hefteya borî bi rayedarên Îranê, Rûsya û Tirkiyeyê re civiya û wiha didomîne: "Evan gotûbêjên li Cenevreyê yekemîn danûstandinên dîplomasî yên aşkera ji çend mehan ve ye. Xebatên avakirina komîteya destûrî piştî du salan ji hevdîtinên bê encam pêk tên. De Mistura ji rojnamevanan re got ku ev civînên "girîng" bûn.

Li beyara Sûriyeyê pevçûn didomin

Girêdayî rewşa şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê de li beyara Sûriyeyê girêdayî vê mijarê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Êrîşên hêzên rejîmê û hêzên Îranê li dijî DAIŞ'ê didomin". Rojnameyê diyar kir ku şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û DAIŞ'ê de li devera di navbera sînorên Iraqê û bajarê Bokemal a Sûriyeyê û stasyona duyemîn û aliyekî ji beyara rojhilatê Humsê berdewam dikin.

Hevbendiyên navxweyî derbasî mala sunniyan dibin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Nexweşiya hevbendiyên navxweyî li Iraqê derbasî mala sunniyan bû". Rojnameyê diyar kir ku sê blokên şîayî (Saîrûn), (El-Nesir) û (El-Fetih) karibûn hevbendiya xwe ava bikin û hate gotin ku ew ji erebên sunnî û kurdan re vekirî ye. Kurd û sunnî jî hê jî li vebijêran digerin da ku beşdarî hikumeta nû bibin û di çêkirina biryaran de beşdar bin.

Kurd tevî hemû nakokiyên di navbera herdu partiyên sereke de êdî behsa derfeta avakirina helwestek kurdî ya hevgirtî li hemberî Bexdayê dikin. Nemaze Bexdayê di van salên borî de gelek projeyên çarenûsî têkşikandin ên weke raferandûm, Kerkûk, pêşmerge û para bûdçeyê. Lê der barê sunniyan de ku gelek caran xwestin hilbijartinên parlemanê bêne derengxistin, lê dîsa jî di 12'ê Gulanê de hatin lidarxistin û ji ber çalakiyên koçberkirinê herî zêde ew li hemberî sextekariyê baldar in.

Rojnameya Şerq El-Ewsat bi sê rayedarên sunnî re yên di nava blokên sunnî yên cûda de axivî û li gorî van rayedaran ew ji bo avakirina yekitiya sunniyan tev digerin û armanca wan ew e ku bi awayekî xurt beşdarî hikumeta nû bibin.

Iraq

Der barê rewşa Iraqê û aloziya avê de rojnameya El-Ereb sernavê "Kêmbûna avê li Iraqê metirsîna aloziya aborî û demografî çêdike" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku tevî çandinî tenê bi rêjeyeke kêm ji berhemên neteweyî yê Iraqê pêk tîne lê ew jêdera sereke ya bi milyonan welatiyên Iraqê ye û dibe ku gelek guhertinan pêk bîn e.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku Iraq gihiştiye asta ku ber bi qonaxeke nû çandiniyê ve here û wiha dom kir: "Piştî ku Tirkiyê û Îran rêjeya ava çemên Firat û Dîcle ji ber çêkirina bi dehan bendavan kêm kirin, ev pirsgirêk mezin bûye."

Lubnan

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê rewşa Lubnanê de sernavê "Hikumeta nû dîla werîsên di navbera Ewn û Cece de ye" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hemû hewaya erênî ber bi avakirina hikumeta nû de hatine rakirin û wiha dom kir: "Piştî ên erka avakirina hikumetê girtine hêvî dikirin ku erka wan di nava çend saetan a çend rojan de bi dawî bibû, niha bûne texmîn dikin ku bikevin qonaxeke nû. Ev ji ber her aliyek bi ya xwe bi israr e. Bi taybet piştî serokê Lubnanê Mîşêl Ewn pêşniyara ku serokê hikumetê yê hatiye erkdarkirin Seed Herîrî di dawiya hefteyê de pêk hat, çêbûye."

Yemen

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Yemenê de sernavê "Koalîsyonê ragihand ku 8 çekdarên Hizb El-Ah hatin kuştin û Griffith sibe vedigere Edenê." Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Koalîsyona Erebî ya piştgiriya hêzên Yemenê dikin, ragihand ku hêzên wan 8 çekdarên Hizb El-Ah a Lubnanê hatin kuştin û ev tişt anî ziman: "Di nava kuştiyên Hizb El-Ah de fermandarek jî hebû. Ev di çalakiya leşkerî ku 41 çekdarên hûsî hedef girtin de pêk hat. Di encama çalakiya ku li Eqbe Meran a li parêzgeha Sede ya bakurê rojavayê Yemenê pêk hat hemû erebeyên wan hatin rûxandin."

Rojnameyê di berdewama axaftina xwe de jî got ku tê payîn ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî  Martin Griffith sibe serdana paytexta demkî ya Yemenê Edenê bike û da zanîn ku dê bi serokê Yemenê Ebdurebû Mensûr Hadî re hevdîtinê pêk bîne.

Îran

Rojnameyên ereban der barê aloziya aborî ya Îranê de jî nûçe weşandin. Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de sernavê "Bazirganên sûkê li dijî buhabûnê xwepêşandan kirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku bi dehan bazirganên Îranê roja duşmeê li ber avahiya Perlementa Îranê xwepêşandan kirin û wiha dom kir: "Bi dehan bazirgan li parêzgeha Hermezxan a rojhilatê Îranê bi armanca piştigriya çalakvanan girava giştî dan destpêkirin. Çalakiyên welatiyan piştî ku nirxê riyalê Îranê beranberî dolarê Amarîkayê di sûka reş de hate xwarê, pêk hat."

Danûstandinên Başûrê Sûdanê

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Sûdanê jî sernavê "Li Başûrê Sûdanê di navbera dijberan de pêşketin pêk hat, El-Iqde beşdarî hikumetê dibe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh li paytexta Sûdanê Xertûm tureyek nû ji danûstendinan di navbera serokê Sûdanê Salva Kiir Mayardit û rêberê opozîsyonê Riyak Meşar, bi beşdarbûna serokê Sûdanê Umer El-Beşîr û yê Ugandayê Yuri Museveni pêk hat. Dijberên hev ên Başûrê Sûdanê soz dan ku dê şer rawestînin û aştiyê li welatê xwe pêk bînin, her wiha dê pirsgirêkên welatê xwe nîqaş bikin."

Erdogan wê di dema pêş de çi bike?

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Tirkiyê piştî hilbijartinan sernavê "Erdogan piştî hilbijartinan wê bi serkeftina xwe çi bike" avêt. Rojnameyê got ku piştî hilbijartinan dê qonaxeke bigirêk pêş bikeve û wiha dom kir: "Erdogan dixwaze sîstemek desthildariya bê sînor ji xwe re ava bike, qanûnan bide guhertin û dijberên xwe yên li hindir hedef bigire. Aloziyên zêdetir li welat pêk bîne. Bi derdora navdewletî û herêmî re gelek aloziyan pêk tîne, armanca wî bi vê yekê ew e ku serdema osmaniyan pêk bîne."

Rojnameyê di dawiya nivîsa xwe de jî got ku çavdêr pirsyar dikin ku dê Erdogan piştî hilbijartinan çi be û bi taybet di dema ku ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye.